Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Îranê ji zarê berpirsekî leşkerî ragihand ku Îranê ew sîstemên xwe yên parastina asmanî guhertine ku di êrişên Îsraîlê de zerer dîtibûn.
Îsraîlê 13ê Hezîranê êrişeke berfireh li dijî Îranê pêk anîbû û êrişî baregehên leşkerî û navendên atomî yên Îranê kiribû.
Şer di navbera Îsraîl û Îranê de ku 12 rojan ajot, Îsraîlê bi taybetî navendên atomî û leşkerî kiribûn hedef û di encamê de berpirsên payebilind ên leşkerî û zanyarên ku li ser bipêşxistina bernameya atomî ya Îranê dixebitîn, hatibûn kuştin.
Ajansa IRNAyê ji zarê Alîkarê Berpirsê Operasyonan ê Artêşa Îranê Mehmûd Mûsewî ragihand:
“Dijminê siyonîst hewl da ku şiyanên parastinê yên Îranê têk bibe û hinek ji sîstemên me yên parastinê di vî şerî de zerer dîtin.
Lê bi hewldanên hêzên me yên çekdar, sîstemên ku zerer dîtibûn bi sîstemên nû hatin guhertin û li cihên ku berê hatibûn diyarkirin hatin bicihkirin.”
Wî berpirsî behsa cor û dema guhertina sîsteman nekir.
Sîstema parastina asmanî ya Îranê ji sîstemên wekî Bavar-373 û Xordad-15 pêk tê ku berhemên navxweyî ne û ji bo rûbirûbûna mûşek û balafiran hatine çêkirin.
Piştî peymana atomî ya Viyanayê ya sala 2015an a li gel Fransa, Brîtanya, Almanya, Çîn, Rûsya û Amerîkayê, Îranê sala 2016an sîstema S-300 a Rûsyayê wergirtibû.
Piştî şerê 12 rojan ku tê de Îranê bi mûşekên balîstîk û dronan bersiva Îsraîlê da, 24ê Hezîranê agirbest hat kirin.
Li gorî rayedarên xwecihî, di êrişên Îsraîlê de li Îranê zêdetirî hezar kesî canê xwe ji dest daye û hikûmeta Îsraîlê jî ragihandiye ku herî kêm 28 kes li wî welatî hatine kuştin.
Amerîkayê 22yê Hezîranê navenda dewlemendkirina uranyumê ya binê erdê ya li Fordoyê ya li başûrê Tehranê û du navendên din ên atomî yên li Îsfehan û Natanzê bombebaran kiribûn.
Hîn ne diyar e ka ji ber bombebaranan çi qasî zerer gihîştiye wan navendan.
Berî ku Îsraîl dest bi şer bike, Îran û Amerîkayê ji meha nîsanê ve bi navbeynkariya Umanê pênc caran dan û standinên atomî pêk anîbûn.
Ji wê demê ve gotûbêjên di navbera Tehran û Washingtonê de rawestiyane.
Li gorî çavkaniyeke dîplomatîk a Alman, Almanya, Fransa û Brîtanya dixwazin vê hefteyê bi Îranê re gotûbêjên nû bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse