Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterekî Îranî di civîna îro ya parlamentoya wî welatî de ragihand, ew dê di tola kuştina Qasim Sulêymanî fermandarê berê yê Supaya Quds de, 3 milyon dolaran bidin wî kesê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bikuje.
Parlamenterê bajarê Kehnûcê yê ser bi parêzgeha Kirmanê, ku Qasim Sulêymanî jî ji heman parêzgehê bû, Ehmed Hemze amaje bi kuştina Qasim Sulêymanî ji aliyê Amerîkayê ve kir û ragihand: “Xelkê Kirmanê eger hemû jî di rêya Hecî Qasim (Sulêymanî) de şehîd bibin, xwe nadin alî û dê tola xwe hildin.”
Li gor nûçeya ajansa ISNA ya Îranê, Ehmed Hemze got: “Bi nûneratiya xelkê Kirmanê, em dê 3 milyon dolar bidin wî kesê ku Trump bikuje.”
Hemze da xuyakirin, Amerîkayê tawaneke mezin kir û bi binpêkirina yasayên navdewletî û bi hincetên beredayî yên wek rêgirtina ji şer û kuştina amerîkiyan, Qasim Sulêymanî kuşt.
Wî parlamenterê Îranî diyar kir, Qasim Sulêymanî bi mirî ji Amerîkayê re gelek metirsîdartir e û ji Trump re got: “Tu dê wê yekê tam bikî. Eger hûn êrîşên destpêşxer di yasayên navdewletî de rêpêdayî dibînin, gelo ma dê balyozxaneyên we yên li navçeyê parastî bimînin? Ma balyozxaneyên we cihên pîlanan ji bo kuştina xelkê me yê bêguneh nîne? Gelo em dikarin wan ji nav bibin? Gelo binke û navendên we yên leşkerî yên li navçeyê ji bo niyeta xêrê ne yan ji bo lêdana derbê li gelan?”
Ehmed Hemze herwiha gefa xistina balafirên sivîl ên Amerîkayê jî xwar û got: “Gelo hûn ku êrîşî balafira me ya ne leşkerî dikin, ma hûn nizanin rojane bi dehan balafirên we yên rêwingan li tenişt sînorê me derbas dibin ku hin caran fermandeyên we yên terorîst jî vediguhêzin?”
Parlamenterê bajarê Kehnûcê herwiha daxwaza bidestxistina çekên etomî kir û destnîşan kir: “Eger me îro çekên etomî heban, em dê li hember gefan parastî ban. Niha li Ewropa pabendiyên xwe pêk nahîne, ez pêşniyar dikim em herî zû ji peymannameya NPT derkevin û teqînên derizandin û cebirîna etomî encam bidin û ji cîhanê re ragihînin, ku em tevlî hêzên etomî bûne.”
Ehmed Hemze di berdewamiya axavtina xwe de got: “Pêwîst e em çêkirina mûşekên mezîldirêj ku bikarin kumikên atomî hilgirin, bixin nav acendaya karê xwe. Ev yek mafê me yê xwezayî ye.”
Wî parlamenterê Îranî diyar kir, ku wan ji bo kuştina Trump xelat diyar kiriye û got: “Ez bi nûneratiya xelkê Kirmanê radigihînim, hemû xelkê Kirmanê serbazên Qasim Sulêymanî ne û em natirsin, eger em hemû jî şehîd bibin. Bi nûneratiya xelkê Kirmanê, em dê 3 milyon dolar bidin her kesê ku Trump bikuje.”
Ehmed Hemze xelkê parêzgeha Kirmanê ye, ku Qasim Sulêymanî jî ji heman parêzgehê bû.
Ji dema kuştina Qasim Sulêymanî ve heta niha berpirsên pilebilind ên Îranê gefên tund li Amerîakyê dixwin û dibêjin, ew dê toleke dijwar hildin.
Her wek tolhildanê, Îranê roja 8ê Çileya 2020 û 5 rojan piştî kuştina Qasim Sulêymanî, bi 15 mûşekên balistîk êrîşî binkeyên serbazî yên Amerîkayê yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê kir.
Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî ya Iraqê Ebû Mehdî Muhendis, roja 3ê vê mehê (Çileya 2020) tevî 8 kesên din di êrîşeke esmanî ya Amerîkayê de li Balfirxaneya Bexdayê hatin kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse