Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îranê nûçeyên kuştina Fermandarê Feyleqa Qudsê yê Artêşa Supaya Pasdaran Îsmaîl Qaanî red dike.
Berê çend malperên Îsraîlî ev îdia belav kiribûn.
Gotegotên kuştina Fermandarê Giştî yê Feyleqa Qudsê ya Artêşa Supaya Pasdaran Îsmaîl Qaanî li ser komek malperên Îsraîlî hatin belavkirin.
Lê medyaya Îranê bi lez ev nûçe red kir. Ajansa Tasnimê ya nêzîkî Artêşa Supaya Pasdaran yek ji wan ajansan bû ku li ser vê mijarê raporek belav kir.
Di raporê de hat gotin, "Armanca belavkirina gotegotên kuştina Îsmaîl Qaanî şerê derûnî ye da ku zêdetir projeyên MOSSADê bi pêş bixin."
Cara yekem nûçeya kuştinê li ser malpereke bi navê "Terror Alarm" hatibû belavkirin.
Ev malper bi giştî nûçeyên kuştina serkirdeyên "Eniya Berxwedanê" û fermandarên Artêşa Supaya Pasdaran belav dike.
Heta niha gelek caran gotegotên kuştina Îsmaîl Qaanî hatine belavkirin. Mînak, piştî êrişa Îsraîlê ya 27ê Îlona 2024an a li ser Beyrûtê ku tê de Alîkarê Hesen Nesralah Haşim Sefiyedîn hatibû hedefgirtin.
Her wiha di 13ê Hezîrana 2025an de dema ku şerê 12 rojan ê di navbera Tehran û Tel Evîvê de dest pê kir û Îsraîlê hejmarek fermandarên leşkerî û zanyarên atomî yên Îranê kuştin.
Di heyema wî şerî jî de behsa kuştina Îsmaîl Qaanî hat kirin.
Li gorî Tasnimê, Îsmaîl Qaanî hefteya borî derbarê zêdebûna gotegotên kuştina xwe de wiha gotibû:
"Nûçeya kuştina min belav dikin da ku hevalên min bikevin xeman û bi telefonê li min bigerin, wê demê ew jî dikarin ji bo mebesta kuştinê cihê min bi hûrgilî bibînin."
Piştî şerê 12 rojan ê di navbera Tehran û Tel Evîvê de, beşek ji berpirsên ewlehiyê yên Îranê bikaranîna telefonên wekî sedema dîtina cihê berpirsên leşkerî û zanyarên atomî û hedefgirtina wan ji aliyê Îsraîlê ve dîtin.
Ji ber vê yekê, wan hişyarî da hemû saziyên hikûmetê, parlamentoyê û fermandarên leşkerî ku di dema civînan de telefonan bi kar neynin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse