Hizbulahê ji Rûdawê re got: Parêzvanê Hesen Nesrullah li Îranê hat kuştin

21-06-2025
RÛDAW
Nîşan Hizbulaha Libnanê Hesen Nesrulah
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hizbulaha Libnanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “Parêzvanê Hesen Nesrullah Ebû Elî û berpirsê Lîwaya Seyîd Şuhedayê Heyder Mûsewî li Îranê hatin kuştin.”

Medyaya Hizbulaha Libnanê da zanîn ku Ebû Elî Xelîlê parêzvanê taybet ê Sekreterê Hizbulaha Libnanê Hesen Nesrullah ku li Libnanê hat kuştin û berpirsê Lîwaya Seyîd Şuhedayê ya Îraqê Heyder Mûsewî di encama bombebaraneke Îsraîlê de li Îranê hatine kuştin.

Medyaya Hizbulaha Libnanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re anî ziman:

“Ebû Elî Xelîlê parêzvanê taybet ê Seyîd Hesen Nesrullah di bombebaraneke Îsraîlî li Îranê şehîd ket.

Her wiha berpirsê Îraqî yê Lîwaya Seyîd Şuhedayê Heyder Mûsewî jî hat kuştin.”

Rapor nîşan didin ku kuştina parêzvanê Hesen Nesrullah Ebû Elî û berpirsê Lîwaya Seyîd Şuhedayê Heyder Mûsewî li Îranê cihekî nêzîkî sînorê Îraqê qewimiye.

Divê were gotin ku Artêşa Îsraîlê kuştina 3 fermandarên Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku 2 ji wan fermandarên Feyleqa Qudsê ne.

Her wiha medyaya Îranê ragihand 5 endamên Supaya Pasdaran li Loristanê û 15 endamên Hêza Asmanî ya Îranê li deverên din ên cuda hatine kuştin.

Li gorî medyaya fermî ya Îranê, ew 5 endamên Supaya Pasdaran îro li bajarê Xuremabadê yê parêzgeha Loristanê, di encama êrişeke artêşa Îsraîlê de hatine kuştin.

Navên kuştiyên vê sibehê bi vî awayî hatin ragihandin: Secad Mudhenî, Hemîd Aqayî, Semed Loristanî, Ebas Serefî, Elîr Reza Sebzîpûr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst