Hewlêr (Rûdaw) - Di roja yekem a vekirina vê hefteyê de, bazara borsayê ya Tehranê rûxiya.
Bihayê tumen li beramberî dolar daket asta herî nizm a dîrokê.
Ev yek wekî nîşana tirsa veberhêneran a ji îhtimala destpêkirina şer û êrişa Amerîkayê ya li ser Îranê tê dîtin.
Di guherîna herî dawî de, bazara borsayê ya Îranê 103 hezar xal ji dest dan û daket asta 3,7 milyon xalan.
Pişkên 500 şirketên ku di borsayê de tomarkirî ne sor bûn.
Bihayê bazara borsayê daket 76 milyar dolaran ku ev asta herî kêm a 6 mehên dawî ye.
Çima kes pişkan nakire?
Analîstê bazarên darayî Mehdî Azadwarî li ser mijarê axivî û got:
"Di vê rewşê de parastina sermayeyê ji karê girîngtir e û karê pêşî yê veberhêneran e.
Rîskên jeopolîtîk wisa kiriye ku bazirgan ji bo parastina pereyên xwe berê xwe bidin kirîna dolar û zêran."
Tumen li beramberî dolar: 164 hezar derbas kir
Îhtimala êrişa Amerîkayê û guvaşên siyasî, bihayê dolarekî gihand ser 164 hezar tumenan.
Kovara Foreign Policyyê û malpera Economistê destnîşan dikin ku siyaseta Donald Trump a "guvaşa herî zêde" wisa kiriye ku tumen qîmetê xwe ji dest bide.
Li gorî van çavkaniyan tumen êdî bûye pereyekî "bêkêr."
Enflasyona xurekan gihişt ji sedî 90î
Rewşa aborî bandoreke tund li jiyana rojane ya xelkê kiriye.
Amar nîşan didin ku enflasyona salane gihiştiye ji sedî 60î.
Tenê di mehekê de enflasyon ji sedî 7,9 zêde bûye.
Bihayê xurekan di nava salekê de ji sedî 90 biha bûye.
Ev jî tê wê wateyê ji bo kirîna pêdiviyên par, niha pêwîstiya malbatên Îranî bi du qat pereyî heye.
Borsa derbên giran dixwe
Banka Navendî ya Îranê ji bo ku rewşê kontrol bike rêjeya faîzê derxist ji sedî 30î.
Lê vê biryarê ne tenê bazar aram nekir, her wiha derbeke din jî li borsayê xist.
Aborînas Dr. Elî Qasimî li ser vê rewşê ji rojnameya Dunyayê Îqtîsad re axivî û got:
"Par enflasyon motora geşbûna borsayê bû lê îsal nediyariyên siyasî û bilindbûna rêjeya faîzê, ji bo borsaya Tehranê bûn derba dawî."
Li gorî pisporan, dema ku bazirgan dikarin bi rêya tehwîlên hikûmetê ji sedî 30 heta 35 karê misoger bikin, naxwazin pereyên xwe di borsayê de têxin xeteriyê.
Borsa ji ber metirsiyên şer ber bi kêmasiyê ve diçe û veberhêner xwe jê dûr digirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse