Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê îro kesek bi tohmeta destdirêjiya li du jinan hat bidarvekirin.
Ajansa nûçeyan a Mîzanê ya Desthilata Dadwerî ya Îranê ragihand îro li bajarê Şahrûdê yê parêzgeha Semnanê, kesek bi tohmeta destdirêjiya li ser du jinan hatiye bidarvekirin
Serokê Desthilata Dadwerî ya Parêzgeha Semnanê Mihemedsadiq Ekberî diyar kir ku sûc sala 2022yan li navçeya Bestamayê ya Şahrûdê qewimiye û piştî lêkolînên polîsan tohmetbar hatiye girtin û dosya ji dadgeha navçeya Bestamê re hatiye şandin.
Li gorî gotina Mihemedsadiq Ekberî, di berdewamiya lêkolînan de derketiye holê ku tohmetbar bi xapandina du jinan û bi gefxwarin û tirsandinê destdirêjî li wan du jinan kiriye.
Mihemedsadiq Ekberî got, "Şaxa Duyem a Dadgeha Cezayan a Parêzgeha Semnanê piştî encamdana lêkolîneke berfireh, kesê gumanbar sûcdar dît û cezayê bidarvekirinê li wî birî.
Biryara dadgehê ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hat pesendkirin û sibeha îro piştî bicihanîna hemû rêkarên yasayî û dadwerî, ew kes li navçeya Bestamê li ber çavê xelkê hat bidarvekirin."
Îran yek ji wan welatan e ku salane herî zêde cezayê bidarvekirinê lê tê bicihanîn.
Rêxistinên parastina mafên mirovan, di nav de Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) dibêje ku Îran piştî Çînê duyemîn welat e ku herî zêde cezayê bidarvekirinê lê tê bicihanîn.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê jî li Îranê ji destpêka sala 2025an ve heta niha hezar û 503 kes bi tohmetên cuda hatine bidarvekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse