Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî ragihand ku kuştina fermandarên payebilind ên leşkerî û zanayên atomî windahiyeke mezin e lê “dijmin negihîşt armancên xwe”.
Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî tekez kir ku bernameyên leşkerî û zanistî yên Îranê dê ji berê bileztir bi pêş bikevin.
Xamineyî di çilê êrişên ku tê de gelek fermandar û zana hatibûn kuştin de peyameke nivîskî belav kir û diyar kir ku ev “derbe ji aliyê rejîma Siyonîst a hov ve ku kîn û nefreta wê li hemberî gelê Îranê heye, hatiye lêdan”.
Meha Hezîranê herêm aloz bûbû û 13ê Hezîranê Îsraîlê êrişeke berfireh li dijî navendên leşkerî û atomî yên Îranê pêk anîbû.
Di şer û pevçûnên ku 12 rojan de û Amerîkayê jî cih girt û navendên atomî yên Îranê yên Fordo, Îsfehan û Netenz hatibûn bombebarankirin.
Di êrişan de, berpirsên payebilind ên leşkerî yên wekî Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî, Fermandarê Supaya Pasdaran ê Îranê Hisên Selamî û gelek zanayên atomî hatibûn kuştin.
Elî Xamineyî di peyama xwe de got:
“Windakirina fermandarên wekî Baqirî, Selamî, Reşîd, Hacîzade, Şadman û zanayên wekî Tehrançî û Ebasî ji bo hemû neteweyan windahiyeke giran e.
Lê dijminê nezan negihîşt armancên xwe.”
Xamineyî diyar kir ku ev windahî ji bo gelê Îranê û malbatên wan “zehmet, bi êş û giran” bûne lê tevî vê yekê jî bernameyên leşkerî û zanistî yên Komara Îslamî ya Îranê “ji her demê bileztir ber bi asoyeke geş ve diçin”.
Xamineyî bersiva Îranê ya ji bo êrişan wekî “bibiryar û bibandor” bi nav kir û da zanîn ku “dijmin hesinê sar dikute”.
“Heft erkên li pêşiya gel”
Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî bangî gel û rayedarên Îranê kir û ji bo paşeroja Îranê heft berpirsyarî û erkên bingehîn destnîşan kirin.
Xamineyî di serî de diyar kir ku divê bipêşketina di warê zanist û teknolojiyê de were bilezkirin û ev erk da zanayan.
Her wiha tekez kir ku berpirsyariya fermandarên leşkerî ew e ku Îranê bi amûrên parastinê yên ku ewlehiya neteweyî û serxwebûnê misoger dikin, amade bikin.
Xamineyî anî ziman ku erkên girîng dikevin ser milê rewşenbîr û birêvebiran û destnîşan kir ku rewşenbîr û nivîskar berpirsyar in ku rûmeta welat û neteweyê biparêzin.
Di heman demê de diyar kir ku divê hemû saziyên birêvebiriyê karên Îranê bi cidiyetekê bişopînin û bi encam bikin.
Xamineyî di warê manewî de bangî oldaran kir û diyar kir ku erkê wan rêberiya manewî, ronîkirina dilan û şîreta sebrê ya li gel e.
Di dawiyê de, Xamineyî berpirsyariya herî berfireh xist ser milê gel, bi taybetî ciwanan û got ku divê coş û hişmendiya şoreşgerî her tim zindî were hiştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse