Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê ji ber metirsiyên ewlehiyê yên ku li Îranê didomin, careke din bangî welatiyên xwe kir ku "Îranê biterikînin."
Balyozxaneya Amerîkayê ya Tehranê (ya li ser înternetê) hişyariyeke ewlehiyê belav kir.
Di daxuyaniyê de ji welatiyên Amerîkayê hat xwestin ku "bêyî ku li benda alîkariya birêvebiriya Washingtonê bimînin, ji bo derketina ji Îranê planekê amade bikin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Îranê tedbîrên ewlehiyê hatine zêdekirin, rê hatine girtin û di veguhastina giştî de pirsgirêk hene.
Her wiha hat destnîşankirin ku astengkirina înternetê didome.
Birêvebiriya Îranê sînor daniye ser xetên mobîl, xetên sabit û torên înternetê yên niştimanî.
Her wiha şirketên firokevaniyê geştên xwe yên Îranê û yên ji Îranê ber bi welatên din ve sînordar kirine yan jî betal kirine.
"Ji Îranê derkevin"
Di daxuyaniyê de bi awayekî zelal hat gotin:
"Tavilê ji Îranê derkevin. Ji bo derketina ji Îranê planeke ku ne girêdayî alîkariya hikûmeta Amerîkayê be amade bikin."
Hat destnîşankirin ku eger welatî nikaribin ji Îranê derkevin, divê li malên xwe yan jî di avahiyeke ewle de cihekî wekî stargeh diyar bikin.
Her wiha hat pêşniyarkirin ku bi qasî ku têra wan bike xwarin, av, derman û kel û pelên sereke peyda bikin.
Amerîkayê pêşniyar kir ku welatî amûrên ragihandinê yên alternatîf amade bikin.
Her wiha hat gotin ku eger ewle be, dikarin bi rêya bejahî derbasî Tirkiyeyê yan jî Ermenistanê bibin.
Helwesta Koşka Spî
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di mijara Îranê de dîplomasiyê wekî vebijêrka ewil dibîne lê ji bilî dîplomasiyê gelek vebijêrkên din jî di destê wî de ne.
Amerîkayê berê jî ji ber xwenîşandan û rîskên ewlehiyê bangeke wiha kiribû.
Xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji ber bêqîmetbûna pere û krîza aborî li Bazara Mezin a Tehranê dest pê kiribûn û li hemû parêzgehan belav bûbûn.
8ê Kanûna Paşîn piştî ku xwenîşandan li Tehranê tund bûn, birêvebiriya Îranê înternet birîbû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse