Artêşa Îranê Amerîka tehdîd kir: ‘Destê me digihe hemû baregehan’

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dilgeş Îsa Heyva Sor a Kurd Qamişlo Mihemed Ekremîniya Amerîka Îran Ebas Eraqçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Artêşa Îranê Mihemed Ekremîniya ragihand ku destê wan digihe hemû baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê.

Mihemed Ekremîniya her wiha got, “Ew Serokê Amerîkayê ye ku divê di navbera dan û standin û şer de yekê hilbijêre.”

Berdevkê Artêşa Îranê Mihemed Ekremîniya derbarê aloziyên welatê xwe yên bi Amerîkayê re axivî û got, “Gihîştina hemû baregehên wan ên leşkerî ji bo me karekî hêsan e.”

Ekremîniya amaje bi amadebûna artêşê ya ji bo parastina li hemberî her êrişekê kir û got, “Ew Serokê Amerîkayê ye ku divê di navbera dan û standin û şer de yekê hilbijêre.”

Berdevkê Artêşa Îranê her wiha destnîşan kir ku serdestiya wan a li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê, xala herî lawaz a leşkerî ya wî welatî ye û got, “Eger dijmin şer hilbijêre, em bi temamî amade ne.

Eger şerek derkeve, êrişên me dê hemû herêmê û hemû baregehên leşkerî yên Amerîkayê bigirin.”

Li gorî gotina Ekremîniya, ji xeynî dronan hemû pergalên parastinê yên Îranê hatine xurtkirin.

Ev daxuyaniyên berdevkê artêşê di demekê de ne ku Amerîkayê hêzeke zêde ya leşkerî û keştiyên firokehilgir anîne herêmê.

Tê payîn ku sibe Tehran û Washington li Mesqeta paytexta Umanê derbarê bernameya atomî ya Îranê de bicivin.

Par pênc caran dan û standin di navbera Îran û Amerîkayê de hatin kirin lê piştî şerê 12 rojî yê navbera Îsraîl û Îranê yê Hezîrana 2025an rewş aloz bû.

Di rojên dawî yên wî şerî de Amerîkayê sê baregehên atomî yên Îranê bombebaran kiribûn.

Eraqçî: Almanya ji bo dan û standinan lava dike

Wezîrê Karên Derve yê Îranê rexne li helwesta Serokwezîrê Almanyayê ya li hemberî welatê xwe girtin.

Eraqçî got, Almanyaya ku bi xwe pêdagir bû ku dawî li rola Ewropayê ya di dan û standinên atomî de were anîn, niha ji bo vegera ser maseya dan û standinan lava dike.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê rexneyên tund li Almanyayê û polîtîkayên wê girtin û got: “Almanya demekê motora bipêşketina Ewropayê bû lê îro bûye motora bipaşveçûna Ewropayê.”

Ebas Eraqçî helwesta Almanya, Fransa û Brîtanyayê û bi taybetî ya Şansolyeyê Almanyayê Friedrich Merz a li hemberî bernameya atomî ya Îranê şermezar kir,

Wezîrê Karên Derve yê Îranê di berdewamiyê jî de got:

“Cotmeha par li New Yorkê bi pêdagiriya Serokwezîrê Almanyayê, sê welatên Ewropî dest ji rola xwe ya di dan û standinên atomî de berda û li şûna wê rêya vegerandina cezayên Neteweyên Yekbûyî ya li ser Îranê hilbijartin.

Niha Merz ji bo vegera ser heman maseya dan û standinan lava dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst