Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê di operasyonan de 13 çekdarên ku li dijî Komara Îslamî şer dikirin hatine kuştin û gelek kes jî hatine desteserkirin.
Baregeha Qudsê ya Hêzên Bejahî yên Supaya Pasdaran a Îranê îro di daxuyaniyekê de diyar kir ku operasyon bi hevkariya Wezareta Îstixbaratê li bajarên Îranşehr, Haş û Saravanê hatine kirin.
3 operasyon hatin kirin
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Vê sibê zû, hêzên Pasdaran bi hevahengiya Wezareta Îstixbaratê, li dijî komên 'terorîst' ên dijberî Komara Îslamî sê operasyon dan destpêkirin."
Hat ragihandin ku di dema operasyonan de di navbera hêzên Pasdaran û Wezareta Îstixbaratê û komên çekdar de pevçûnên dijwar derketine.
Di pevçûnan de 13 çekdar hatin kuştin û hinek çekdar jî hatin desteserkirin.
"8 çekdar hatin kuştin"
Berdevkê Polîsên Îranê Seîd Muntezerelmehdî jî di daxuyaniyekê de got:
"Di operasyonên îro de, 8 çekdarên ku çend roj berê li bajarê Îranşehrê yê Sîstan û Belûçistanê beşdarî êrişa li ser otomobîleke polîsan bûbûn, hatin kuştin.
Her wiha dest bi gelek çek û cebilxaneyan de hat girtin."
Ev operasyonan li dû êrişeke bi xwîn hatin ku roja 22yê Tebaxa 2025an li ser rêya Haş-Îranşehrê hatibû kirin û di encamê de 5 polîs hatibûn kuştin.
Berpirsiyariya wê êrişê, koma çekdar a Belûç Ceyşul Edil ku li Îranê çalak e û tê zanîn ku baregehên wê li Pakistanê hene, li xwe girtibû.
Li gorî raporên polîsên parêzgehê, ew polîsên ku hatibûn kuştin dema ku li herêmê li ser dewriyeyê bûn bûbûn hedefa komeke çekdar.
Hat tekezkirin ku aloziya li herêmê didome û hêzên ewlehiyê yên Îranê dê operasyonên xwe bidomînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse