Li Îranê pevçûna bi çekan: 3 ji wan polîs 4 kes hatin kuştin

12-07-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Belûcistan pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li parêzgeha Sîstan-Belûcistanê ya ku dikeve başûrê rojhilatê Îranê, di pevçûna di navbera hêzên ewlehiyê û kesên çekdar de, 3 ji wan polîs 4 kes hatin kuştin û yek jê polîs 2 kes jî birîndar bûne.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê ya nîv-fermî ya Îranê, çavkaniyên ewlehiyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, li bajarê Çabaharê yê bi parêzgeha Sîstan-Belûcistanê, di navbera hêzên ewlehiyê û komeke çekdar de pevçûn derket.

Hat diyarkirin ku di pevçûnê de kesek ji koma çekdar hatiye kuştin û kesek jî birîndar bûye.

Her wiha ji hêzên ewlehiyê jî 3 polîs hatine kuştin û polîsek jî birîndar bûye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku koma çekdar piştî pevçûnê reviyaye û hêzên ewlehiyê di encama şopandinê de koma navborî dorpêç kiriye.

Heta niha ti kesî berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.

Çavkaniyên ewlehiyê derbarê nasnameya êrişkaran an jî rêxistinê de agahî neda.

Lê belê rêxistina bi navê "Ceyşul Adl" ku li herêmê çalakiyên çekdarî dike, car caran li parêzgeha Sîstan-Belûcistanê ya li ser sînorê Îran û Pakistanê, êrişên çekdarî pêk tîne.

Rêxistina "Ceyşul Adl" ku li Îranê wekî "rêxistina terorê" tê dîtin, ji bo ku "mafên gelê Belûc ê Sunî diparêze" li dijî birêvebiriya Tehranê çalakiyên çekdarî li dar dixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst