Malikî: Îraq hîn bi yasayên serdema Beasê kar dike

01-11-2025
RÛDAW
Nîşan Îraq Hilbijartin Muqteda Sedir Nûrî Malikî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî got, “Îraq hîn jî bi yasayên serdema rejîma berê û rejîma paşayetiyê kar dike.”

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir jî derbarê hevrikiya di navbera partî û hevpeymaniyan de ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê dot:

“Ya heyî, hevrikiyeke nerewa ya hilbijartinê ye. Deq û dolabên wan hêdî hêdî derdikevin holê.”

Parêzgarê Necefê jî di wê baweriyê de ye ku biryara Muqteda Sedir a boykotkirina dengdanê, dê bandoreke mezin li ser rêjeya beşdariyê ya li parêzgehê bike.

Mihemed Şiya Sûdanî hêviya xwe bi ciwanan tîne ku ji sedî 60ê civaka Îraqê pêk tînin û got:

“Di hilbijartina borî de, ji ber nemana baweriyê welatiyan bi awayekî aşkere pişta xwe da dengdanê.”

Qeyîs Xezelî jî pêşbînî dike ku rêjeya beşdariyê di vê hilbijartinê de ji ya hilbijartinên borî bilindtir be.

11ê vê mehê hilbijartinên Parlamentoya Îraqê tên lidarxistin.

“Ev hilbijartin nerewa ye”

Rêberê Tevgera Niştimanî ya Şîe Muqteda Sedir derbarê çend çalakiyên bangeşeya hilbijartinê û namzedan de ragihand ku tevgera wî ne beşek ji vê yekê ye û ew bo vî awayî kar nakin û got, “Têkiliya van tiştan bi tevgera me re nîne.”

Hat zanîn ku du namzedên Hevpeymaniya Umran û Someriyûnê yên li Babîlê tevî ku ne ser bi Tevgera Sedir in wekî piştgiriyek ji bo banga boykotkirina hilbijartinê xwe vekişandine.

Li parêzgeha Zîqarê jî namzedên aliyên siyasî wêne û posterên hev didirînin.

Muqteda Sedir derbarê vê mijarê de dibêje, "Ya heyî hevrikiyeke nerewa ya hilbijartinê ye di navbera lîste û partiyan de ku ev yek nerewabûna hilbijartinê zêdetir dike."

Berpirsên Tevgera Sedir her wiha Sedir agahdar kirine ku hinek alî hewl didin sûdê ji wan cihên ku alîgirên Tevgera Sedir lê ne wergirin da ku ji bo zererê bidin bingeha boykotkirina hilbijartinê, li navendên dengdanê sextekariyê bikin.

Muqteda Sedir got, "Deq û dolabên wan hêdî hêdî derdikevin holê, ji gendelan ji xeynî gendeliyê tiştek dernakeve, ev hilbijartineke lerzok e û rewa nîne."

“Boykot dê bandoreke mezin li rêjeya beşdariyê neke”

Parêzgarê Necefê Yûsif Kînavî ji Rûdawê re ragihand ku li gorî rapirsiyan, rêjeya beşdariyê dê li Necefê “bi rêjeyeke berbiçav” be.

Parêzgarê Necefê got, "Welatiyên Necefê bi hêvî ne û dê bi rêjeyeke berbiçav beşdar bibin."

Yûsif Kînavî derbarê bandora boykota Muqteda Sedir a li ser rêjeya beşdariyê de got:

"Bê guman dê bandora boykotê hebe lê eger piraniya xelkê berê xwe bide sindoqên dengdanê, dê bandora wê bi awayekî zelal diyar nebe."

14 partî û hevpeymanî ji bo 12 kursiyên parêzgeha Necefê di pêşbirkê de ne.

Hevpeymaniya Mihemed Şiya Sûdanî ya bi navê "Hevpeymaniya Avakirin û Bipêşxistinê" bi 24 namzedan beşdarî hilbijartinan dibe.

Yûsif Kînavî li ser şansê dengên hevpeymaniya Sûdanî got, "Di rewşa herî baş de sê kursiyan û di ya herî xirab de jî du kursiyan bi dest dixe."

“Hêviya me ciwan in”

Mihemed Şiya Sûdanî di civîneke xwe ya li gel nûnerên eşîrên parêzgeha Zîqarê de ragihand ku hêviya wan bi ciwanan e ji bo beşdarbûna hilbijartinê ku ji sedî 60ê civaka Îraqê pêk tînin.

Sûdanî got, "Sê sal berê me hewl dida ku em baweriya gel bi dewlet û sîstema siyasî vegerînin.

Di hilbijartina borî de welatiyan ji ber nebûna baweriyê pişta xwe da dengdanê, me li ser nûkirina baweriyê kar kiriye."

Hilbijartina borî ya Parlamentoya Îraqê sala 2021ê hatibû kirin û rêjeya beşdariyê ji sedî 41 bû.

Sûdaniyê ku her wiha Serokê Hevpeymaniya Avakirin û Bipêşxistinê ye, amaje pê kir:

"Gelê Îraqê bi xwe desthilatdarê xwe diyar dike û ev yek li gelek welatên herêm û cîhanê nîne."

“Rêjeya beşdariyê dê bilindtir be”

Qeyîs Xezelî di merasîmeke bangeşeya hilbijartinê de ya ji bo Naîm Abûdiyê namzedê Tevgera Sadiqûn a li Bexdayê ragihand:

"Hilbijartin dê di dema xwe ya diyarkirî de bê kirin û rêjeya beşdariyê jî dê ji hilbijartinên berê bilindtir be."

Xezelî Tevgera Sadiqûn wekî "pêşenga wan hêzên siyasî" bi nav kir ku di hilbijartinê de rikberiyê dike û got:

"Me xwest bi rêya wergirtina Wezareta Xwendina Bilind, em serkirdeyekî ciwan pêşkêşî civakeke ciwan bikin" ku ev yek amajeyek bû ji bo Naîm Abûdiyê Wezîrê Xwendina Bilind.

Qeys Xezelî her wiha got, "Tiştê ku di Wezareta Xwendina Bilind de bi dest ketiye, dê di çîrokeke din a serkeftinê de berdewam bike.

Her du wezaretên perwerde û xwendina bilind wekî stûnên girîng ên avakirina dewletê tên dîtin, eger bi awayekî rast kar tê de bê kirin."

“Hûn dê wî kesî hilbijêrin ku 100-200 dolarî dide we?”

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî di civîneke bangeşeya hilbijartinê ya hevpeymaniya xwe de li Bexdayê ragihand:

"Yê ku dixwaze welatekî bihêz, jiyaneke xweş û bi rûmet, aboriyeke bihêz û dezgehên serbazî yên bihêz hebin, divê beşdarî hilbijartinê bibe çimkî di parlamentoyê de dezgehên dewletê tên avakirin, yasa tên derxistin û çavdêriya hemû dezgehan tê kirin."

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê wiha anî zimên:

"Wextê me roja 11-11an e û em dê roja dengdanê hevdû bibînin û emaneta dengdanê bi cih bînin.

Dengdan şahidî ye, li wir tê cudakirin ka kî baş e û kî xirab e, gelo hûn ê wî kesî hilbijêrin ku 100-200 dolarî dide we yan kes û lîsteyên baş hilbijêrin? Welat bi rêya sindoqên dengdanê tê avakirin."

Nûrî Malikî behsa erkekî neqediyayî yê Parlamentoya Îraqê kir û got:

"Heta niha yasa û rêzikên xwe temam nekiriye û welat bi yasayên serdema rejîma berê û rejîma paşayetiyê kar dike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst