Ji bo kursiyeke kotayê 7 Kurdên Êzidî bûne namzed

02-11-2025
RÛDAW
Nîşan Kurdên Êzidî Parlamentoya Îraqê Hilbijartin Nînowa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo kursiyeke kotayê ya Kurdên Êzidî ya li parêzgeha Nînowayê 7 kes bûne namzed û hinek ji wan di nava lîsteyên partiyên Kurdistanî de ne.

Her wiha hevpeymaniyeke Kurdên Êzidî jî bi lîsteyeke taybet a ku ji 32 namzedan pêk tê beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê dibe.

Di Parlamentoya Îraqê de 9 kursî ji bo kotaya pêkhateyan hatine veqetandin û yek ji wan a Kurdên Êzidî ye.

Ew kursî jî dikeve nav sînorê parêzgeha Nînovayê.

7 namzedên ku ji bo wê kursiyê ketine pêşbirkê ku ev in:

- Xeyrî Nasir Reşo Qasim (Hejmar: 295)

- Nayîf Xelef Seydo Şemo (Hejmar: 298)

- Xalid Seydo Uzêr Xelef Xalidî (Hejmar: 301)

- Qeyser Heyder Kalo Silêman (Hejmar: 306)

- Hisên Seîd Hecî Îlyas (Hejmar: 315)

- Xelef Qero Silêman Meto (Hejmar: 316)

- Saib Xidir Nayîf Faris (Hejmar: 334)

Xalid Seydo Uzêr ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Para kotayê ya Êzidiyan li Parlamentoya Îraqê gelekî kêm e, divê herî kêm 4 kursî ji bo kotaya Êzidiyan bên terxankirin."

Kurdên Êzidî, Xiristiyan û Tirkmen ji kêmasiya nûnertiya xwe ya li Parlamentoya Îraqê gilî dikin.

Xalid Seydo li ser kêmbûna kotayan got:

"Eger ez bi ser bikevim, ez dê bibim deng û rengê rastîn ê Êzidiyan û dê parastina mafên wan bikim.''

Xalid Seydo amaje bi wê yekê jî kir ku hîn jî çarenivîsa hejmareke zêde ya Kurdên Êzidî yên ku sala 2014an ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandin ne diyar e.

Her wiha hejmareke zêde ji wan nehatine tazmînkirin û mafên xwe yên darayî wernegirtine, ji ber wê jî dê pêşîneya karê wî ew maf bin.

Tevî hewldanan jî rewşa Şingalê asayî nebûye.

Berpirs û namzedên Kurdên Êzidî û her wiha xelk jî daxwaza asayîkirina rewşa bajarê xwe dikin lê ji bilî avedankirin û asayîkirina rewşê pirsgirêkên din jî hene.

Xalid Seydo li ser pirsgirêkan jî got:

"Termên gelek kesan li Tiba Dadî mane û divê nasnameyên wan bên diyarkirin."

“Karê me yê sereke girtina kampan e”

Seydo daxwaza tazmînkirina Kurdên Êzidî kir.

Ji bilî namzedên kotayê, çend Kurdên Êzidî yên din jî di nav lîsteyên din de xwe kiriye namzed, bi taybetî di nav lîsteyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê bên kirin, 10 Kurdên Êzidî li parêzgeha Nînowayê wekî namzed destnîşan kirine.

Viyan Dexîla ku niha parlamentera Îraqê û berdevka fraksiyona PDKyê ye, careke din wekî jineke Kurd a Êzidî xwe kiriye namzed.

Viyan Dexîlê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Karê me yê sereke ji bo xula bê ya Parlamentoya Îraqê dê ev be, girtina kampan û vegera serbilind a awareyan, bicihanîna Peymana Şingalê wekî xaleke sereke ji bo asayîkirina rewşa navçeyê, her wiha kar ji bo vegerandina jin û keçên Êzidî yên revandî, terxankirina budceyeke taybet ji bo Şingalê bi mebesta avedankirin û dabînkirina xizmetguzariyan, li gel pêşkêşkirina projeyasaya naskirina Komkujiya Kurdên Êzidî."

Nayif Xelef Seydo Şemo di xula pêncem a Parlamentoya Îraqê de kursiya kotayê ya Êzidiyan bi dest xist û bû parlamenter, niha careke din xwe kiriye namzed.

Di xula pêncem de 5 Kurdên Êzidî endamên Parlamentoya Îraqê bûn ku 3 ji lîsteya PDKyê (Mehma Xelîl, Şerîf Silêman û Viyan Dexîl), yek ji YNKyê (Ronzî Ziyad Seydo Beg) û yek jî li ser kursiya kotayê bû ku Nayîf Xelef Seydo Şemo bû.

Ji bilî van, Hevpeymaniya Doza Êzidiyan (Tehaluf el-Qediye el-Êzidiye) bi hejmara 287an li parêzgeha Nînowayê bi lîsteyeke ji 32 kesan pêk tê beşdar e û serokê lîsteya wan Semîr Nayif Xelef Bekir Şehwanî ye.

Heyder Şeşoyê ku Serokê Partiya Demokrat a Êzidî û Fermandarê Hêza Êzidxanê ye, roja 29ê Çiriya Pêşîn ji Rûdawê re ragihandibû:

"Dengên Kurdên Êzidî dê zêdetir ji bo PDK û YNKyê bin, lîsteyên nû hene lê ew dengan bi dest naxin.''

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst