Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke ewlekariya Iraqî ragihand ku bi hezaran xwepêşanderan rêya çûna bendera Um Qesir girtine ku deriyekî serekî yê ber bi Kendavê ve ye.
Di xwepêşandan û aloziyên Iraqê de bi dehan kesên din birîndar bûn. Xwepêşanderan deriyê bendera Um Qesr a bajarê Besrayê jî girtine!
Li gor zanyariyên Komîsyona mafên mirov a Iraqê, rûbirûbûn di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşanderan de çêbûye û 122 xwepêşander birîndar bûne, li Bexda jî xwepêşanderek hatiye kuştin û 90 xwepêşanderên din jî birîndar bûne.
Herwiha xwepêşanderan deriyê bendera Um Qesr a Besrayê jî girtine û nahêlin ti kes derbas bibe. Bendera Um Qesr yek ji benderên girîng ên Iraqê ye ku Iraq piraniya genim, rûn û şekirê xwe ji wê benderê re hawirde dike.
Komîteya hemahengiyê ya xwepêşandanên Iraqê dest bi girevgirtina giştî kiriye. Dixwaze hikûmetê neçar bike ku dest ji kar bikşîne. Wezareta Navxwe ya Iraqê jî hişyariyê dide xwepêşanderan ku rêyên sereke negirin.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê Emîd Xalid Mihena di daxuaniyekê de hişyariyî dide xwepêşaderan û radigihîne ku hêzên ewlekariyê rê nade ti hewleke girtina rêyên sereke û nabe xwepêşander gefan li sistema giştî jî bikin.
Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan li Iraqê jî ragihand, ji destpêka xwepêşandanan û heya niha hejmara kuştiyan gihîştiye 264 kesan û nêzîkî 12 hezar birîndar jî hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse