Îraqê li dijî Hizbulah û Hûsiyan gaveke surprîz avêt: Sedem teror e

04-12-2025
RÛDAW
Nîşan Hizbulaha Libnanêm Îraq Terorîst Tevgera Ensarulahê ya Yemenê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Cemidandina Samanên Terorîstan a Îraqê, bi hinceta "beşdarbûna di êrişeke terorî de" biryar da ku hemû "çavkaniyên aborî, mal û milkên guhêzbar û neguhêzbar" ên Tevgera Hizbullahê ya Libnanê û Tevgera Ensarulahê (Hûsî) ya Yemenê ragire.

Di hejmara 4848an a Rojnameya Fermî ya Îraqê (Weqayî el-Iraqiye) ya ku 17ê Çiriya Paşîn hat weşandin de hat ragihandin ku Komîteya girêdayî Sekreteriya Giştî ya Encûmena Wezîran a Îraqê, 12ê Çiriya Pêşîn bi yekdengî biryara ragirtinan samanan daye.

Biryar li gorî Yasaya Têkoşîna li Dijî Spîkirina Pereyan û Fînansekirina Terorê (Hejmar 39 a sala 2015an) û Rêziknameya Cemidandina Samanên Terorîstan (Hejmar 6 a sala 2023yan) hatiye dayîn.

Di rêzên 18 û 19an ên lîsteyê de navên Tevgera Hizbulaha Libnanê û Tevgera Ensarulahê ya Yemenê ku wekî Hûsî tên naskirin cih digirin.

Wekî sedema biryarê jî "beşdarbûna wan a di kiryarên terorî de" hatiye nîşandan.

Sererastkirin û paşgavavêtin

Komîteyê di gavekê de ku wekî paşgavavêtineke neyekser tê dîtin, îro "daxuyaniyeke zelalkirinê" belav kir.

Di daxuyaniyê de behsa "ragirtina fon û samanên lîsteyeke sazî û kesên pêwendîdar bi rêxistinên terorîst DAIŞ û El Qaîdeyê" hat kirin.

Komîteyê îtîraf kir ku "di vê lîsteyê de hejmarek alî û sazî hene ku ti çalakiyên wan ên terorîstî an têkiliyên wan bi rêxistinên navborî (DAIŞ û El Qaîde) re nînin."

Ev daxuyanî wekî amajeyeke neyekser a ji bo Hizbulah û Ensarulahê hat şîrovekirin.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku "erêkirina aliyê Îraqî tenê ji bo wan sazî û kesan bûye ku pêwendiya wan bi DAIŞ û El Qaîdeyê re heye."

Her wiha hat diyarkirin ku "cihgirtina saziyên din di lîsteyê de, encama wê yekê ye ku lîste beriya were kontrolkirin hatiye weşandin."

Komîteyê di dawiyê de destnîşan kir ku "zanyariyên di Rojnameya Fermî ya Îraqê de hatine weşandin dê bên sererastkirin û ew alî û sazî dê ji lîsteya komên pêwendîdar ên bi rêxistinên terorîst DAIŞ û El Qaîdeyê bên derxistin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst