Şîe û 48 saet dem: PDK û YNK dê çi biryarê bidin?

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serokkomariya Îraqê Bexda PDK YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê ji bo diyarkirina namzedê serokkomar 48 saetan li benda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dimîne.

Aliyan biryar da ye ku berî diyarkirina roja rûniştina parlamentoyê ya ji bo hilbijartinê, ew hevpeymanî derbarê encamên serdana şandeya xwe ya bo Herêma Kurdistanê civîneke "neasayî" pêk bîne.

Serdana şandeya Çarçoveya Hevahengiyê ya bo Hewlêr û Silêmaniyê ya doh ji bo lihevkirina dawî ya li ser posta Serokkomariya Îraqê encameke eşkere neda.

Endamê Polîtburoya Rêxistina Bedirê Ebû Mîsaq Mesarî ji Rûdawê re got, "Di serdanê de biryarek nehat dayîn.

Ziyaret zêdetir ji bo şêwirîn û gihandina peyamên Bexdayê bo Hewlêr û Silêmaniyê û wergirtina peyamên her du aliyan bû."

Hilbijartina serokkomar pêngava ewil a pêkanîna hikûmeta nû ye.

Serokkomar dê namzedê Çarçoveya Hevahengiyê ji bo pêkanîna hikûmetê erkdar bike ku heta niha ew namzed Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî ye.

"Nîşanên erênî hene ku PDK û YNK li hevdû bikin"

Ebû Mîsaq Mesarî ragihand ku Çarçoveya Hevahengiyê dê di nava du rojan de civîneke "neasayî" bike da ku encamên serdana komîteya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê û mijara namzedê serokkomar yekalî bike.

Parlamentoya Îraqê 1ê Sibatê cara duyem nekarî rûniştina ji bo hilbijartina serokkomar pêk bîne. Berê jî 27ê Kanûna Paşîn rûniştin nehatibû kirin.

Li gorî biryara Serokatiya Parlamentoya Îraqê û serokên fraksiyonan, divê hilbijartina serokkomar ji 8ê Sibatê derbas nebe.

Berdevkê Hevpeymaniya Nesirê Eqîl Ridênî jî ji Rûdawê re got, "Di civîna şandeya Çarçoveya Hevahengiyê û PDK û YNKyê de nîşanên erênî ji bo lihevkirina li ser namzedekî hevbeş hebûn."

Li gorî destûrê, divê di nava 30 rojan de piştî rûniştina ewil a xula nû ya parlamentoyê serokkomar were hilbijartin.

Serokkomar jî dê di nava 15 rojan de namzedê serokwezîriyê ji bo pêkanîna hikûmeta nû erkdar bike.

Eqîl Ridênî anî zimên ku şandeya Şîeyan li Hewlêr û Bexdayê gihiştiye wê encamê ku 48 saetan li benda PDK û YNKyê bimînin da ku namzedê serokkomar diyar bikin, naxwe ew dê di rûniştina parlamentoyê de bi rêya dengdanê vê postê çareser bikin.

Ji bo posta serokkomariyê 19 namzed hevrikiyê dikin ku herî zêde navên namzedê PDKyê Fuad Husên û namzedê YNKyê Nizar Amêdî derdikevin pêş.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst