Hewlêr (Rûdaw) - Di propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de bi qasî zêdetirî milyonek û 800 hezar dolarî parvekirinên siyasî li ser Metayê hatine sponsorkirin û zêdetirî 280 hezar dolarî ji vê li Herêma Kurdistanê bûye.
Şaxê siyasî yê komên nêzîkî Îranê yên Îraqê di rêza yekem de ne û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî li Herêma Kurdistanê di rêzên yekem û duyem de ne.
Li gorî amarên Şirketa Metayê ku xwediyê platformên Facebook, Instagram, WhatsApp û Snapchatê ye, ji destpêka propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ya 3ê Çiriya Pêşîn heta 1ê Çiriya Paşîn li Îraqê bi qasî milyonek û 808 hezar û 957 dolaran parvekirinên siyasî hatine sponsorkirin.
Hevpeymaniya Ezmê yek ji wan lîsteyan e ku namzedên wê di nava 10 kesên ku herî zêde pere ji bo sponsorkirina parvekirinên siyasî xerc kirine de ne.
Berdevkê Hevpeymaniya Ezmê Ezem Hemdanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
"Torên civakî di propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de li ser asta cîhanê xwedî bipêşketineke berbiçav û bi bandor in, lewma em jî girîngiyê didin wan."
Her wiha amaje bi wê yekê kir ku torên civakî pêwendiyeke girîng di navbera dengdêr û namzedan de nîşan didin û ev yek rê dide dengdêran ku bi hêsanî bigihêjin bernameyên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê û beşdarî wan bibin.
Pereyên ku ji bo sponsorkirina parvekirinên siyasî hatine xerckirin (li gorî parêzgehan):
Bexda: 479 hezar û 852 dolar
Nînowa: 168 hezar û 804 dolar
Silêmanî: 118 hezar û 786 dolar
Hewlêr: 109 hezar û 635 dolar
Besra: 109 hezar û 424 dolar
Zîqar: 104 hezar û 670 dolar
Babîl: 102 hezar û 913 dolar
Necef: 97 hezar û 823 dolar
Diyale: 80 hezar û 362 dolar
Kerkûk: 71 hezar û 192 dolar
Wasit: 64 hezar û 129 dolar
Kerbela: 62 hezar û 518 dolar
Dîwaniye: 62 hezar û 495 dolar
Selahedîn: 58 hezar û 569 dolar
Enbar: 50 hezar û 55 dolar
Dihok: 46 hezar û 28 dolar
Mîsan: 45 hezar û 974 dolar
Musenna: 40 hezar û 375 dolar
Helebce: 5 hezar û 835 dolar
Baskê siyasî yê komên çekdar ên Îraqê di rêza yekem a xerckirina pereyên ji bo sponsorkirina parvekirinan de ye.
Sê malperên Tevgera Hiqûqê ku baskê siyasî yê Ketîbeyên Hizbulaha Îraqê ye, di rêza yekem a Îraqê de ne û bi hev re 53 hezar û 644 dolar xerc kirine.
Her çi qas ev malper di rêza yekem a Îraqê de bin jî ji aliyê Metayê ve hatine girtin, ji ber ku di lîsteya rêxistinên "terorîst" ên Amerîkayê de ne.
Destpêka vê mehê bi awayekî rêkxistî zêdetirî 20 malperên Tevgera Hiqûqê ji aliyê kompanyayê ve hatin girtin.
Li gorî amarên Metayê, ji 1ê Çiriya Pêşîn heta 30ê Çiriya Pêşîn, 18 malperên Tevgera Hiqûqê bi qasî 116 hezar û 547 dolaran parvekirinên siyasî sponsor kirine.
Di rêza çarem de malpera Serokê lîsteya Hevpeymaniya Ezmê ya li Bexdayê Mehmûd Hisên tê.
Malpera wî wekî kesê yekem ê Îraqê ye û di nava mehekê de 14 hezar û 744 dolar daye sponsorkirinê.
Du malperên Hevpeymaniya Suqûrnayê di rêzên pêncem û şeşem de ne û bi hev re 22 hezar û 550 dolar xerc kirine.
Malpera Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî bi xerckirina 10 hezar û 202 dolaran di rêza heftem de ye.
Malpera namzedê Hevpeymaniya Ezmê yê li Bexdayê Îmad Dilêmî, bi xerckirina 10 hezar û 202 dolaran di rêza heştem de ye.
Malpera serokê lîsteya Hevpeymaniya Esasî ya Îraqê yê li Necefê Qeys Reed, bi xerckirina 9 hezar û 755 dolaran di rêza nehem de ye.
Her wiha malpera Ehmed Şemeriyê namzedê Hevpeymaniya Avakirin û Bipêşxistinê ya bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî, bi xerckirina 8 hezar û 395 dolaran di rêza dehem de ye.
PDK û YNK li Herêma Kurdistanê di rêza yekem de ne
Di nava mehekê de li bajarên Herêma Kurdistanê bi qasî 280 hezar û 332 dolaran parvekirinên siyasî hatine sponsorkirin ku pereyê herî zêde ji aliyê namzedên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve hatine xerckirin.
YNK ne tenê di van hilbijartinan de di rêza yekem a xerckirina pereyan de ye, di heman demê de malpera Ofîsa Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ya YNKyê di amarên çar salên dawî de, ji 25ê Tebaxa 2021ê heta 1ê Çiriya Paşîn a 2025an, li ser asta Îraqê di rêza yekem de ye û 102 hezar dolar xerc kiriye.
Berpirsê Maseya Ragihandinê ya YNKyê Letîf Nêrweyî derbarê bikaranîna torên civakî ya ji bo propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ji Rûdawê re got:
"Ji bo van hilbijartinan YNKyê amadehiyên nû û cuda kirine, lewma li gorî berê vê carê amadehiyên li ser torên civakî zêdetir in.
YNK her çend pişta xwe bi medyaya klasîk girê dide jî, niha torên civakî wekî medyaya nû beşek ji medyaya YNKyê ne û propaganda tê de tê kirin lê em pêbendî propagandeyeke aram û dûrî zimanê tund in."
Namzedê PDKyê Elî Xalis yek ji wan namzedan e ku li ser asta Herêma Kurdistanê di rêza 10 kesên yekem de ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Torên civakî gelek hêsankariyê ji me re dikin, lewma bi awayekî berbiçav hemû namzed sûdê jê werdigirin û peyamên xwe tê de belav dikin."
Ew namzed di wê baweriyê de ye ku torên civakî rêyeke hêsantir in ji bo ku di demeke kêmtir de bigihêjin zêdetir xelkê û partî jî piştgiriya bikaranîna wê dikin, ji ber ku namzed, namzedên partiyê ne.
Rêzbendiya namzedan ji bo sponsorkirina parvekirinên siyasî ya li Başûrê Kurdistanê:
Malpera Binas Doskî, namzeda PDKyê: 6 hezar û 419 dolar
Malpera Biryar Reşîd, namzedê YNKyê: 3 hezar û 434 dolar
Malpera Kildo Ogna, namzedê kotaya Xiristiyanan: 3 hezar û 273 dolar
Malpera Bekir Ebdullah, namzedê PDKyê: 2 hezar û 859 dolar
Malpera Omer Pênciwênî, namzedê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanî: 2 hezar û 761 dolar
Malpera Elî Şêx Xalis, namzedê PDKyê: Hezar û 910 dolar
Malpera Rêbiwar Hadî, serokê lîsteya PDKyê: Hezar û 842 dolar
Malpera piştevanên Umêd Tahîr Berwarî, namzedê PDKyê: Hezar û 766 dolar
Malpera Govend Şêrwanî, namzedê PDKyê: Hezar û 737 dolar
Malpera Nebez Mecîd, namzedê PDKyê: Hezar û 727 dolar
Malpera Umêd Tahîr Berwarî, namzedê PDKyê: 934 dolar
Malpera Îbrahîm Egîd Amêdî, namzedê PDKyê: 634 dolar
Xerciyeke zêdetir li ser WhatsAppê
Platforma WhatsAppê ku ew jî aîdî Metayê ye, xizmetguzariyên cuda pêşkêş dike ku namzed ji bo propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê sûdê jê werdigirin.
Kêwan Hesen, xwediyê kompanyayeke teknolojiyê ku di vî warî de dixebite 27ê Çiriya Pêşîn a 2025an ji Rûdawê re got:
"Şandina milyonek peyamên li ser WhatsAppê bi 30 hezar dolarî ye û milyonek peyamên Viberê jî bi 8 hezar û 400 dolarî ye."
Ev biha li ser asta cîhanî tên diyarkirin, bi awayekî ku di destpêka propagandeyê de milyonek peyamên WhatsAppê bi 40 hezar dolarî bû.
Roja 3ê Çiriya Pêşîn a 2025an, propagandaya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê dest pê kir ku biryar e 11ê Çiriya Paşîn bên kirin.
Li gorî biryara Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê, propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê 8ê Çiriya Paşîn bi dawî dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse