Sûdanî ji bo qaçaxçitiya petrolê komîteyek ava kir

06-09-2025
RÛDAW
Nîşan Mihemed Şiya Sûdanî Îraq Qaçaxçîyiya Petrolê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê ferman da ku ji bo lêkolînkirina qaçaxçitiya petrolê komîteyeke payebilind bê avakirin.

Li gorî fermanê "Divê komîte piştî ku lêkolînên xwe biqedîne, rapota xwe pêşkêşî Lijneya Wezîran bike."

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê ragihand ku Mihemed Şiya Sûdanî ferman daye ku komîteyeke payebilind a lêkolînê ji aliyên pêwendîdar bê avakirin, "ji bo lêkolînkirina wan zanyariyên ku amaje bi gumana gendeliyê ya di tevlihevkirin û qaçaxkirina petrola xam û berhemên petrolê yên li bender û avên herêmî yên Îraqê de dikin."

Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîrê Îraqê tekezî li ser wê yekê kiriye ku, "Di vê dosyayê de ti kêmasî nayê qebûlkirin û divê komîte piştî ku lêkolînên xwe biqedîne, rapota xwe pêşkêşî Lijneya Wezîran bike da ku rêkarên yasayî yên pêwîst ber bi piştgirîkirina aboriya niştimanî û parastina serweta giştî ve bên avêtin."

Elî Nezarê Birêvebirê Kompanyaya Bazarkirina Petrola Îraqê (SOMO) di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand:

"Ti qaçaxçîtî û tevlihevkirina petrolê li bender û sînorên avê yên Îraqê nîne, em çavdêriya hemû berhemên xwe ji dema derxistinê heta firotinê dikin û kiriyar jî kompanyayên mezin û pêbawer ên cîhanê ne."

Elî Nezar got, "Siza ne bi wateya bender û derxistinê ne, belkî pêwendiya wan bi çend kesên ku kompanyayên wan ên taybet hene û ti pêwendiya wan bi SOMOyê re nîne, heye."

Li gorî gotina Birêvebirê SOMOyê, "Ji bo rêgirtina li van mijaran, di navbera me û hêzên ewlehiyê û hemû saziyên din de hevahengiyeke tam heye."

Ev yek di demekê de ye ku 2yê Îlona 2025an, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihandibû ku wan li ser torekê siza sepandine ku bi firotina petrola Îranê ya bi navê petrola Îraqê tê tohmetbarkirin.

Li gorî wezaretê, ev yek beşek ji wan hewldanan e ku ji bo ziwakirina çavkaniyên darayî yên Îranê didin.

Alêkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tommy Pigottê di daxuyaniyekê de got, siza çend kompanya û keştiyan li xwe digire ku xwediyê wan Welîd Samerayiyê bazirganê Îraqî ye.

Wekî ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê dibêje, Welîd Samerayiyê ku hemwelatiyê Saint Kitts û Nevîsê ye, petrola Îranê bi navê petrola Îraqê bi qaçaxî firotiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst