Wezareta Dadê ya Îraqê: Meha borî 665 girtî bi efûya giştî hatin berdan

07-09-2025
RÛDAW
Nîşan Îraq Girtîgeh Efûya Giştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Dadê ya Îraqê da zanîn ku meha borî hezar û 136 girtî ji girtîgehan hatine berdan û 665 kes ji wan di çarçoveya yasaya efûya giştî de hatine berdan.

Berdevkê Wezareta Dadê ya Îraqê Ehmed Liebî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ji bilî wan 665 kesên ku bi efûya giştî hatine berdan, 471 kesên din jî bi biryarên cuda yên dadweriyê hatine berdan ku yan wan cezayê xwe temam kiriye yan jî bi merc hatine berdan.

Ehmed Liebî diyar kir ku heta niha 8 hezar û 665 girtiyan sûd ji yasaya efûya giştî wergirtiye û hatine berdan.

Zêdetirî 68 hezar kesên cezakirî li girtîgehên Îraqê ne ku bi tawanên wekî kuştin, dizî, teror, sextekarî, gendelî, bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir hatine cezakirin.

Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê 2yê mehê ragihandibû ku 33 hezar û 536 girtî bi efûya giştî hatine berdan.

Berdevkê Wezareta Dadê ya Îraqê Ehmed Liebî got:

"Ew amara Encûmena Bilind a Dadweriyê hemû girtiyan li xwe digire, ne tenê girtiyên ser bi Wezareta Dadê ve, ji ber ku ji girtiyên ser bi wezareta me ve tenê 8 hezar û 665 girtî hatine berdan."

Yasaya efûya giştî li gel sererastkirina yasaya rewşa kesane û yasaya vegerandina milkên li xwediyên wan, wekî paketekê destpêka salê li Parlamentoya Îraqê hatibû pesendkirin.

Yasa daxwaza sereke ya Suneyan bû, ji ber ku li gorî wan gelek Suneyên bêtawan di girtîgehan de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst