Hewlêr (Rûdaw) - Cengîz Çandar ragihand ku kurteya girtenameya hevdîtina Îmraliyê ya ku hatiye belavkirin rastiyê nîşan nade û berevajî metna orîjînal a îmzekirî ye.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Çandar diyar kir ku bi taybetî gotinên Abdullah Ocalan ên li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatine guhertin û got, "Ev kaxizeke bêqîmet e, bavêjin çopê."
Cengîz Çandar li ser nîqaşên derbarê girtenameya hevdîtina şandeya parlamentoyê ya bi Abdullah Ocalan re ji Rûdawê re axivî.
Çandar diyar kir ku ew metna wekî "kurte" hatiye pêşkêşkirin, nayê qebûlkirin.
"Numan Kurtulmuş bi serê xwe biryar daye"
Parlamenterê DEM Partiyê diyar kir ku dengên Abdullah Ocalan civîna şandeyê hatine tomarkirin û piştre ew hatine deşîfrekirin lê li ser awayê belavkirina wê nîqaş derketiye.
Cengîz Çandar her wiha got,"Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş Beg bi serê xwe biryar daye.
Li gorî agahiyên min wisa ye. Kurtulmuş gotiye 'Em kurteya girtenameyê biweşînin' û ji bo amadekirina kurteyê, ew daye burokratekî parlamentoyê."
"Kurte û metna orîjînal a îmzekirî li hev nakin"
Çandar bi bîr anî ku her sê endamên şandeyê (Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Fethî Yildiz û Huseyîn Yayman) girtenameya orîjînal xwendine û bi gotina "Erê ev e, ev tişt hatin axaftin" îmze kirine.
Parlamenterê DEM Partiyê destnîşan kir ku kurteya belavkirî û metna îmzekirî ne yek in û got:
"Dema mirov li kurteya ku derketiye holê dinêre, dibîne ku ew ne heman ew girtename ye ku wan her sêyan îmze kiriye. Rastiyê nîşan nade."
"Gotinên li ser Rojava hatine berevajîkirin"
Cengîz Çandar bal kişand ser guhertina naveroka gotinên Ocalan û got:
"Di hinek mijaran de, bi taybetî li ser Sûriye HSD û Rojavayê Kurdistanê di kurteya girtenameyê de hevokên wisa hene ku wateyeke tam berevajî gotin û bersivên Abdullah Ocalan didin.
Ev tişt di girtenameya esasî de nînin, ji ber ku di wê de tenê tiştên ku Ocalan gotine cih digirin."
Çandar anî zimên ku wan gotinên Ocalan di kurteyê de li gorî dilê xwe şîrove kirine û maneyên din dane wan.
"Gulîstan Kiliç Koçyîgîtê nerazîbûn nîşan da"
Çandar diyar kir ku Parlamentera DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgîta ku di şandeyê de bû, li hemberî vê rewşê derketiye û gotiye, "Na, tiştekî wiha nîne û ev ne rast e.
Wê daxuyanî da çapemeniyê. Pêşî ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
Paşê jî di T24ê de ji Cansu Çamlibelê re mijar bi hûrgilî şîrove kir û got 'Di girtenameya esasî de rastî heye lê ev kurte ne rast e.'"
"Ev kaxiz bêqîmet e, bavêjin çopê"
Cengîz Çandar di dawiya axaftina xwe de nirxa wê kurteyê red kir û got:
"Dema piştî wê bûyerê ji min hat pirsîn, min jî got ku nirxê wê kurteya girtenameyê nîne lewra eger ev ne rast be û rastî çend demjimêran piştî belavkirina kurteyê derkeve holê, ev nayê wateya karekî aqilane ye.
Piştî ku rastî derket holê, ev tenê perçeyek kaxiz e. Ti nirxekî wê nîne, wekî belge nayê qebûlkirin.
Min got, 'Bavêjin çopê û bila xelas bibe.' Mesele hemû ev e."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse