Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê plan dike ku heta dawiya îsal hemû Îraqiyên li Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê vegerîne, lê hîn pirsgirêka wan malbatên ku naxwazin vegerin nehatiye çareserkirin.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cehangîr ji Rûdawê re ragihand, li gorî plana wezareta wan, dawiya îsal wekî dema dawî hatiye diyarkirin ku hemû malbatên Îraqî yên li Kampa Holê vegerînin.
Li gorî amarên fermî yên Kampa Holê, nêzîkî 27 hezar kes li kampê ne ku 15 hezar ji wan Sûriyeyî, pênc hezar Îraqî û yên mayî jî welatiyên 42 welatên cuda ne.
Elî Cehangîr da zanîn ku vegerandina wan malbatan xwestekî ye, lê hinek ji wan wekî malbatên çekdarên DAIŞê li ser wan lêgerîn heye û naxwazin vegerin û heta niha çareseriyek ji bo vê pirsê nehatiye dîtin.
Ji sala 2021ê ve vegerandina kesûkarên çekdarên DAIŞê yên ji Kampa Holê dest pê kiriye û tebaxa borî karwana 29emîn hatibû vegerandin.
26ê Îlonê dê li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê bi beşdariya Serokkomar, Wezîrê Koç û Koçberan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê û nûnerên Amerîka û Hevpeymaniya li Dijî DAIŞê, konferanseke li ser çareserkirina pirsgirêka Kampa Holê bê lidarxistin.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê got, "Em dê di vê konferansê de nêrîna xwe ya li ser awayê vegerandina hemû malbatên Îraqî yên li Kampa Holê pêşkêş bikin."
Heta niha 18 hezar Îraqî ji Kampa Holê hatine vegerandin û ew li Kampa Cedayê ya Nînovayê tên rehabîlîtekirin û paşê vedigerin warê xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse