Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê ragihand ku kêmtirî 3 hezar welatiyên Îraqî li Kampa Holê mane û plan heye ku heta dawiya salê hemû bên vegerandin.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cehangîr ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Li gorî amarên dawî, hejmara Îraqiyên li Kampa Holê ji 3 hezar kesî derbas nabe ku ji jin, zarok û kesên mezin pêk tên û pêvajoya veguhestina wan dê bidome."
Elî Cehangîr diyar kir ku heta niha zêdetirî 19 hezar û 500 Îraqî bi 30 karwanan hatine vegerandin û karwanê dawî jî 27ê Çiriya Pêşîn a 2025an hatibû vegerandin.
Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê diyar kir ku piştî hilbijartinan karwaneke din dê were vegerandin.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cehangîr anî ziman:
"Plan ew e ku heta dawiya îsal hemû Îraqiyên li Kampa Holê bên vegerandin."
Şêxmûs Ehmedê ku Serperiştyarê Kampên Rojavayê Kurdistanê ye doh ji Rûdawê re ragihand:
"Îraq amadehiyan dike ku zêdetirî 600 kesên din vegerîne."
Kampa Holê li parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê ye.
Di kampê de malbat, zarok û xizmên çekdarên DAIŞê hene û ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve tê parastin.
Li gorî amarên dawî yên Kampa Holê yên ku dane Rûdawê niha 25 hezar û 310 kes li wê kampê dimînin û 4 hezar ji wan xelkê Îraqê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse