Fuad Husên: Krîza mûçe û petrolê ya Kurdistanê çareser dibe

08-10-2025
RÛDAW
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên / Wêne: Rûdaw
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên / Wêne: Rûdaw
Nîşan Fuad Husên Îraq Mûçe Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên ragihand ku pirsgirêkên mûçe û petrolê yên Herêma Kurdistanê di qonaxa çareseriyê de ne û got, "Em hêvî dikin ku di rojên pêş de mûçe werin dayîn."

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên ji Nûçegihanê Rûdawê Ziyad Îsmaîl re axivî.

Fuad Husên piştî civîna xwe ya bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û hinek wezîrên Herêma Kurdistanê re, rewşa dawî ya derbarê mûçe û dahatên petrolê nirxand.

Fuad Husên diyar kir ku hevdîtin piştî civîna fermî ya Encumena Wezîran hatiye kirin û got, "Me li gel Birêz Serokwezîr li ser mûçeyên Herêma Kurdistanê û meseleya petrolê axivî.

Rewş baş e, em hêvî dikin ku di rojên pêş de mûçe werin dayîn."

"Êdî pirsgirêkeke bingehîn nemaye"

Fuad Husên her wiha got, "Em bi giştî li ser mûçeyên meha tebaxê axivîn, paşê dê mûçeyên Îlonê werin nirxandin.

Êdî pirsgirêkeke bingehîn nemaye. Eger pirsgirêkek di herikîna pereyan de hebe, ev ne tenê meseleyeke girêdayî Kurdistanê ye, her wiha girêdayî tevahiya Îraqê ye."

Encumena Wezîran a Îraqê di civîna xwe ya 23ê Îlona 2025an de biryar dabû ku mûçeyên meha tîrmehê yên fermanberên Herêma Kurdistanê werin dayîn.

Lê mûçeyên mehên tebax û îlonê hîn nehatine dayîn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji dahatên nepetrolî yên mehên gulan, hezîran û tîrmehê 120 milyar dînar razandibû ser hesabê Wezareta Darayî ya Îraqê.

Lê dahatên petrolê yên meha tebaxê hîn ne zelal in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst