Balyoza Amerîkî: Piştgiriya me ji bo Herêma Kurdistanê dê berdewam be

09-04-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Alina Romanowski
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Balyoza Amerîkayê ya Iraqê Alina Romanowski re civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku bi helkefta 42 saliya damezrandina Tevgera Bedir li Bexdayê çendîn hevdîtin pêk anî, bi Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski re civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de pêwendiyên Amerîka ligel Herêma Kurdistanê û Iraqê, hevkariya di navbera wan de û herwiha rêkeftina petrolê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de hatiye îmzekirin, hatin gotûbêjkirin.

Aliyan peymana ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin, ji bo dubare hinartina petrola Herêma Kurdistanê weke “gaveke erênî” nirxandin.

Balyoza Amerîkî Alina Romanowski diyar kir ku welatê wê giringiyê dide diyaloga Hewlêr-Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de û dûpat kir ku piştevaniya wan bo Herêma Kurdistanê û Iraqê dê berdewam be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst