Ji malbata xwe 11 kes kuştin û paşê jî xwe kuşt

09-05-2024
Ji malbata xwe 11 kes kuştin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Ji malbata xwe 11 kes kuştin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Besre Malbat Kuştin Xwekuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li qezaya Şetul Erebê ya parêzgeha Besreyê ya Îraqê kesekî ji malbata xwe 11 kes kuştin û paşê jî xwe kuşt.

Li gorî agahiyan, bûyerê doh êvarê derdora saet 20:00î rû da.

Nûçegihanê Rûdawê Mistefa Goran li ber mala ku vê trajediyê lê rû da ye bi xizmên kuştiyan re axivî.

“Min ew bi delalî xwedî kiribû”

Bavê yekî ji kuştiyan ji Rûdawê re got:

“Kurê min, bûka min û neviyê min mêvanên wan bûn, hemû hatin kuştin.

Neviyê min wekî teyrekî bû, min ew bi delalî xwedî kiribû. Ez li hêviyê bûm ku mezin bibe.”

Nûçegihanê Rûdawê diyar kir, pitika ku hatiye kuştin hîn salek nekiriye.

Dadwer û hêzên ewlehiyê yên Besreyê jî li cihê bûyerê ne û hewl didin ku sedemên bûyerê derxin holê.

Dadwer amaje pê kir ku lêkolînên wan ên li cihê bûyerê berdewam dikin û got:

“Piştî ku lêkolîn xelas bû em dê hemû encaman eşkere bikin.”

Berê Fermandarê Polîsê Besreyê li ser bûyerê wiha axivîbû:

“Ew kes ji ber krîza aborî rastî pirsgirêkên derûnî hatiye.

Bûyerê li herêma Muezefînê ya qezaya Şetul Erebê rû daye.

Piştî ku endamên malbatê kuştine xwe jî kuştiye.”

Li hêla din, polîsê Besreyê îdiayên wekî “Ew kes ji aliyê çekdaran ve hatine kuştin” red kirin.

Tîmên tenduristiyê hemû term bi ambulansan birin Tiba Edlî ya Besreyê da ku otopsiya wan bê kirin.

“Ne kesek bû ku van tiştan bike”

Xizmekî kuştiyan diyar kir ku rewşa wan a aborî baş û got:

“Ew kesekî nimêjker û rojîgir bû, ne kesek bû ku van tiştan bike. Em nizanin bê çima ev tişt qewimiye.”

 Xizmekî din ê kuştiyan anî zimên ku hemû mêvanên xwe jî kuştine û berdewam kir:

 “Em xizmên wan in, em pismamên wan in. 11 kes kuştine, tiştekî wiha nabe.

Dêya wî, birayên wî û xwişkeke wî mêvanên wan bûn. Tevî pitikekê jî hemû hatine kuştin.”

Li gorî agahiyên Rûdawê, wî kesî dêya xwe, hevjîna xwe, zavayê xwe û 7 zarok kuştine.

“Rewşa wî ya derûnî baş bû”

Li hêla din, kesekî din jî got, “Ez apê wan im, rewşa wî ya derûnî baş bû. Ti pirsgirêkên wî nebûn, ji ber jî divê em zanibin bê ka çi bûye.”

Xizmên kujer û kesên li derdora ragihand ku ti dijminên wî kesî nebûn, tenduristiya wî û rewşa wî ya aborî baş bû û ew ji rewşê bi guman in.

“Alîkarî dida feqîran”

Pismamê kujer jî got ku wî alikariya hejaran dikir û got:

“Min ji dadwet xwest ku wan bibînim lê wî destûr neda min.

Kesekî baş bû, nizanim çima ev kir. Belêndar bû, alîkarî dida feqîran.

Gelekî ecêb e, em li ser bûyerê tiştekî nizanin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst