Serokê Desteya Deriyên Sînor a Iraqê serdana Herêma Kurdistanê dike

11-03-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Deriyên Sînor a Iraqê serdana Herêma Kurdistanê dike û derbarê deriyên sînor de ligel berpirsên Herêma Kurdistanê dicive.

Berpirsê Nûnertiya Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa ji Rûdawê re ragihand ku doh ligel Serokê Desteya Deriyên Sînor a Iraqê Umer Waîl civiya ye û derbarê deriyên sînor de behsa hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê kirine.

Faris Îsa da zanîn ku cîbicîhkirina rênmayiyên rûbirûbûna vîrûsa koronayê li deriyên sînor û pabendbûna wan mijareke din bû û got, derbarê anîna alav û pêdiviyan de berê çend rênmayî derketine û Herêma Kurdistanê pabendê wan bûye, lê heta niha Bexda pabend nebûye.

Berpirsê Nûnertiya Herêma Kurdistanê li Bexdayê ragihand ku biryar e van nêzîkan Serokê Desteya Sînor a Iraqê serdana Herêma Kurdistanê bike û ligel aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê bicive û ji wan jî Rêveberiya Gumrikên Herêma Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst