Zarokekî 9 salî di boriyekê de asê ma: Tîman rizgar kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îraq Kerbela Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kerbelayê yê Îraqê zarokekî 9 salî di nav boriyeke hesinî ya avê de asê ma û tîmên parastina sivîlan ew rizgar kir.

Hevahengkarê Ragihandinê yê Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Îraqê Newas Sebah Şakir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Ew zarokê 9 salî ketiye nav boriyeke hesinî ya avê.

Ew borî ji ber çêkirina tora avê li derve bûye û zarok tê de asê maye."

Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Îraqê dîmenên rizgarkirina wî zarokî belav kirin.

Di dîmenan de tê dîtin ku tîm boriyê dibirin û zarok derdixin.

Newas Sebah Şakir eşkere kir ku piştî gihîştina tîman a cihê bûyerê, rizgarkirina wî zarokî 20 xulekan ajotiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst