Hewlêr (Rûdaw) - Du birayên ku li parêzgeha Diyaleyê di nav heman lîsteyê de namzed bûn, di hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de bi ser ketin û bûn parlamenter.
Rêxistina Bedir a Hadî Amirî serokatiya wê dike li parêzgeha Diyaleyê 105 hezar û 225 deng standin û sê kursî misoger kirin.
Di lîsteya vê rêxistinê de, Human Elî Mehdî Ehmed Temîmî 16 hezar û 996 deng wergirt.
Birayê wî û parêzgarê berê yê Diyaleyê, Musenna Elî Mehdî Ehmed Temîmî jî 14 hezar û 527 deng stand.
Li gorî encamên hilbijartinan, her du bira jî bi ser ketin û bûn parlamenter.
Rêxistina Bedir li parêzgehê bû yekem. Li pey wê, Partiya Teqedum a bi serokatiya Mihemed Helbûsî 101 hezar û 602 deng wergirt.
Li gorî encaman, dengên partiyên din wiha ne:
Hevpeymaniya Serweriyê: 77 hezar û 458 deng
Tevgera Sadiqûn: 55 hezar û 324 deng
Hevpeymaniya Ezm: 53 hezar û 416 deng
Sabitûn: 30 hezar û 412 deng
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî 29 hezar û 44 deng bi dest xist lê tevî van dengan, li wê parêzgehê ti kursiyek wernegirt.
Namzeda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nazik Ehmed ku di nav lîsteya Hevpeymaniya Ezm de bû, li ser kotaya jinan bi 7 hezar û 921 dengan bi ser ket.
Dengdana taybet a hilbijartinên Îraqê roja yekşemê û hilbijartina giştî jî roja sêşemê hat kirin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê duh di kongreyeke rojnamegeriyê de encamên destpêkê yên hilbijartinan ragihandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse