Koma ‘El-Qurban’ hat têkbirin: Pişkê diavêjin û xwe dikujin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan El-Qurban Xwekuştin Kom Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îraqê komeke bi navê “El-Qurban” ku li ser bingeha baweriyên tundrew çalakiyan dike, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat têkbirin.

Di operasyonê de 21 kes hatin desteserkirin ku di nav wan de serkirdeyên komê jî hene.

Koma “El-Qurban” wekî civakeke olî ya bi dizî ya mezheba Şîeyan tê naskirin.

Li gorî baweriya komê, endamên wê pişkê diavêjin û navê kê derkeve, ew kes wekî “qurban” tê diyarkirin.

Ew kesê ku navê wî di pişkê de derdikeve, neçar e ku xwe ji bo Îmam Elî (Îmamê yekem ê Şîeyan) bike qurban û dawî li jiyana xwe bîne.

Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê piştî şopandina teknîkî û fîzîkî ya nêzîkî mehekê, li parêzgeha Diwaniyeyê operasyoneke berfireh li dijî komê pêk anî.

Ciwanan dikin hedef

Berdevkê Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Erşad Hekîm ji Rûdawê re ragihand ku kom bi bikaranîna gotarên olî hewl dide bi taybetî ciwanan bixe bin bandora xwe.

Rayedaran tekez kir ku rîtuelên xeter û tundrew ên komê gefeke cidî li ser ewlehiya giştî çêdikin.

Hat diyarkirin ku her 21 kesên hatine desteserkirin ciwan in û sê ji wan di kadroya birêvebirinê ya rêxistinê de cih digirin.

Piraniya gumanbaran xelkê Diwaniyeyê ne û du kes jî ji Necefê ne.

Çavkaniyên ewlehiyê diyar kir ku operasyon beriya "Recebiyeyê" (serdana olî) hatiye kirin da ku rê li ber mirina mirovan were girtin.

Pêwendiyên derveyî welat tên lêkolînkirin

Hêzên ewlehiyê yên Îraqê didin zanîn ku ev pêkhate hewl dide belav bibe û dibe ku pêwendiyên wan bi derveyî Îraqê re hebin.

Li gorî amarên fermî, par li seranserî Îraqê 203 kesên ku pêwendiya wan bi komê re hebû hatibûn desteserkirin û ji dadgehê re hatibûn şandin.

Koma "El-Qurban" sala 2020î li bajarê Nasiriyeyê yê parêzgeha Zîqarê hatiye damezirandin û xebatên xwe bi awayekî bi dizî dimeşîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst