Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon), li Îraqê 2 dronên Îranê xistin.
2 berpirsên leşkerî yên Îraqê ji Ajansa Nûçeyan a France Pressê re ragihand du dronên ku ji Îranê ber bi Îsraîlê ve hatibûn şandin, ji aliyê Koalîsyonê ve li ser axa Îraqê hatine xistin.
Berpirsekî Îraqî gotiye, "Koalîsyonê li Baregeha Leşkerî ya Eyn El-Esed a li Enbarê de 2 dronên Îranê yên ku ber bi Îsraîlê ve diçûn xistine."
Wî berpirsa ku nexwestiye navê xwe eşkere bike diyar kiriye jî ku dron doh êvarê hatine xistin.
Berpirsê din ê Îraqî jî diyar kir ku ji ber ew her 2 dron ketine nav bazineya sînorê parastina Koalîsyonê dron hatine xistin.
Li gorî gotina berpirsê Îraqî Koalîsyonê biryar daye ku li dijî her tehdîdê raweste.
Roja înê Îsraîlê êrişî Îranê kiribû û cihên leşkerî û atomî kiribûn armanc.
Îranê jî bersiv da bû Îsaîlê bi sedan dron û mûşekên balîstîk avêtibûn Îsraîlê.
Çend mûşek û dronên Îranê li Enbarê û Necefê ketibûn û piraniya wan li çolê bûn û ti ziyanên canî jê çênebûbûn.
Hikûmeta Îraqê hevpeymanekî nêzîk ê Tehranê ye lê di heman demê de hevkarekî stratejîk ê Amerîkayê ye û nêzîkî 2,500 leşkerên Amerîkayê di çarçoveya Koalîsyonê li Îraqê ne.
Bexda û Washington li ser nexşerêyeke demkî ya vekişîna qonax bi qonax a hêzên hevpeymanan li hev kirine.
Tê plankirin ku heta meha îlonê, hêz dê baregehên federal ên Îraqê vala bikin û heta dawiya sala 2026an ji Herêma Kurdistanê jî vekişin.
“Ji ber agir mayin teqiyane”
Li aliyê din, Dezgeha Asayişa Herêmê daxuyaniyek belav kir ku di 2 bûyerên cuda de li sînorê Çiyayê Surênê û gundê Homerqewmê, agir bi pûş û palaxê ketiye.
Dezgehê tekez kir ku îdiayên ku behsa bombebarankirina herêmê dikin "ji rastiyê dûr in."
Li gorî daxuyaniyê, bûyera yekem saet 14:10ê piştî nîvro li nêzîkî gundê Homerqewmê rû daye û ji ber zêdebûna pileya germê agir bi pûş û palaxê ketiye.
Tîmên Parastina Sivîlan û hêzên ewlehiyê gihiştine cihê agir û agir hatiye kontrolkirin.
Her wiha li gorî heman daxuyaniyê, saet 14:35ê piştî nîvro, agirekî din li binarê Çiyayê Surênê ketiye û ji ber agir çend mayin teqiyane.
Dezgeha Asayişa Herêmê da zanîn ku li ser her du bûyeran lêkolînan dest pê kiriye.
Çiyayê Surênê li Şarezûrê yê û zîncîre çiyayeke li mentîqeya Hewramanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse