Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Hêzên Asmanî yên Îraqê Korgeneral Muhened Xalib Esedî got, “Em parastina asmanên xwe didomînin.”
Muhened Xalib Esedî diyar kir ku hêzên çekdar û pergalên parastina asmanî kar û xebatên xwe yên parastina asmanên welêt û armancên stratejîk didomînin.
Piştî gurbûna şerê Îran û Îsraîlê helwesta Îraqê û rewşa asmanên wê jî mijareke cihê mereq û nîqaşan e.
“Di çarçoveya tedbîrên rûtîn û xwezayî de ye”
Esedî li ser mijarê ji Ajansa Nûçeyan a Îraqê (INA) re axivî û got:
"Guherandina cihê pergalên parastina asmanî di çarçoveya tedbîrên rûtîn û xwezayî de ye ku mijara parastina hemû armancên jîngehi yên li Îraqê ye.
Hêzên me yên çekdar û pergalên parastina asmanî kar û xebatên xwe yên parastina asmanên welêt û armancên stratejîk didomînin."
Esedî got ku hêzên çekdar ên Îraqê bi giştî ji bo parastina hemû asmanan a li hemberî hemû xeterên gengaz amade ne û di vê çarçoveyê de xebatên xwe berdewam dikin.
Li torên civakî hinek dîmen derketibûn û dihat gotin ku hikûmeta Îraqê li hinek xalên başûrê welêt pergalên parastina asmanî bi cih kirine.
Hikûmeta Îraqê bikaranîna asmanên xwe ya di êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê de şermezar kiribû û gotibû ku ev nayê pejirandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse