Serokwezîrê Îraqê: Me Îraq ji pevçûnên herêmê dûr xist

16-04-2025
RÛDAW
Nîşan Îraq Rojhilata Navîn Foruma Silêmaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Foruma Silêmaniyê got, “Me welatê xwe ji pevçûnên herêmê dûr xist û Îraq bûye navendeke aramiyê.”

Foruma Silêmaniyê îro demjimêr 10:00an dest pê kir û dê sibe biqede.

Forum mêhvandariya gelek siyasetmedar û serkirdeyên bibandor dike.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Mihemed Şiya Sûdanî beşdarî Foruma Silêmaniyê ya ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê ve hat lidarxistin bû û gotarek pêşkêş kir.

Sûdanî di destpêka axaftina xwe de Silêmanî wekî “bajarê xweşikî, çand, huner û dîrokê” bi nav kir û pesnê helwesta bajêr a li dijî dîktatorî û zordariyê da.

Sûdanî diyar kir ku Silêmanî, wekî Herêma Kurdistanê û bajarên din ên Îraqê, berhemên bipêşketina berdewam û aramiyê berhev dikin.

Sûdanî tekez kir ku hikûmet ji bo aramiya welatiyan û jiyaneke çêtir bi berdewamî dixebite.

Xebatên hikûmetê

Serokwezîrê Îraqê destnîşan kir ku hikûmet di 2 sal û nîvan a xebata xwe de, ji bo gihîştina armancên xwe gelekî xebitiye.

Sûdanî anî zimên ku di warê projeyên binesazî, tenduristî, perwerde û enerjiyê de gavên girîng hatine avêtin û bi taybetî projeyên enerjiya rojê û enerjiya nûjen hatine destpêkirin, aboriya derveyî petrolê hatiye mezinkirin û dahatên gumrikê bi rêjeya ji sedî 128 hatine zêdekirin.

Her wiha Sûdanî ragihand ku rêjeya enflasyonê li gorî 2 salên berê ji sedî 2,7 hatiye xistin.

Helwesta herêmî û navneteweyî

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî da zanîn:

“Me Îraq ji pevçûnên herêmî dûr xist û bûye platformeke aramiyê.”

Sûdanî li ser pirsa Filistînê û mafên gelê Filistînê careke din anî zimên û diyar kir ku wan helwesteke zelal li hemberî êrişên Îsraîlê yên li dijî Xeze û Libnanê nîşan daye.

Mihemed Şiya Sûdanî her wiha diyar kir ku Îraq ji bo pirsgirêkên cîhanî yên wekî guherîna avhewayê, krîza xwirekê ya cîhanî û tevlîheviya di bazara enerjiyê de gav avêtine.

Aştiya civakî û berpirsyariya neteweyî

Sûdanî tekez kir ku rewşa aştî û ewlehiya civakî nabe ku rastî metirsiyan were.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî got:

“Hikûmet ne li gorî hesabên siyasî, li gorî hişmendiya berpirsyariya neteweyî tevdigere û em ji bo dabînkirina xizmetên bingehîn ên welatiyan bê rawestan dixebitin.”

Sûdanê diyar kir ku wan dirûşma “hikûmeta xizmetê” qebûl kiriye û amanca wan avakirina peymana civakî ya li ser bingeha baweriyê ya di navbera welatiyan û hikûmetê de ye.

Armanca Îraqeke xurt

Sûdanî di dawiya axaftina xwe de anî zimên ku Îraq li ser rêya avakirina dewleteke xurt û sîstemeke birêvebirina berpirs, bi gavên ewle bi pêş de diçe.

Serokwezîrê Îraqê axaftina xwe bi spasiya Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê û Serokkomarê berê yê Îraqê Dr. Berhem Salih bi dawî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst