Keça Sirri Sureyya Onder: Bavê min ji duayan bawer dike, jê re dua bikin

16-04-2025
RÛDAW
Nîşan Foruma Silêmaniyê Seîd Xetîbzade Îran Rojhilata Navîn Rêber Ehmed Barbara Leaf Ceren Onder Kandemîr Sirri Sureyya Onder
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keça Sirri Sureyya Onder derbarê rewşa bavê xwe de peyamek belav kir û got, "Tiştê ku tu herî baş dizanî bike û li ber xwe bide bavo. Bavê min ji duayan bawer dike, jê re dua bikin."

Ceren Onder Kandemîra keça Endamê Şandeya Îmraliyê û Wekîlê Serokê Parlamentoyê Sirri Sureyya Onder, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê rewşa bavê xwe de peyameke hestiyar  belav kir û ji bo silametiya wî ji her kesî daxwaza duayan kir.

"Li ber xwe bide bavo"

Ceren Onderê di peyama xwe de bangî bavê xwe kir û got:

"Tiştê ku tu herî baş dizanî wê bike û li ber xwe bide bavo. Eger ji bo min nebe jî ji bo neviyê xwe.

Ez nikarim tiştên kutu dê ji wî re bibêjî jê re bibêjim. Ez dê tevlîhev bikim.

Di nîveka şevê de ji min re peyam bişîne û bêje `Em bi hev re biaxivin?`.

Tu ji bilî min bavê çend kesên din î û divê tu li ber xwe bidî."

"Ji wî re dua bikin"

Keça Sirri Sureyya Onder di berdewamiya peyama xwe de got:

"Ez dê ji bo yên ku zerer gihandine tiliyeke te û kenîna te jî pir dîtine rûbirûyî ezaba cehenemê bihêlim  heta dawiya emrê xwe bijîm, lê ez nikarim weke te bikim û  ez dê tevlîhev bikim.

Li berxwe bide bavo, te digot tu dê îro Cano (neviyê Onder) ji dibistanê bistînî. Bavê min ji duayan bawer dike, jê re dua bikin."

Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder, doh bi şev ji ber krîza dil li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê hat emeliyatkirin.

Li gorî daxuyaniya Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê damara serekî yê aortê yê Onder ji serî heta binî qetiyabû û emeliyata wî nêzîkî 12 demjimêran berdewam kir.

Niha jî rewşa tenduristiyê ya Onder ne baş e û metirsî li ser jiyana wî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst