Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çandiniyê ya Îraqê hawirdekirina şeş berhemên çandiniyê qedexe kir ku yek ji wan bacanê sor e.
Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê jî da zanîn ku hevahengiya wan heye û biryar ji bo parastina berhemên navxwe ye.
Wezareta Çandiniyê ya Îraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku hawirdekirina bacanê sor, kelem, qernabît, xas, şêlim û şelxem hatiye qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Çandiniyê ya Îraqê, ev biryar ji ber zêdebûna berhemên navxwe û di çarçoveya bicihanîna biryara Encûmena Wezîran a Aboriyê de hatiye dayîn.
Armanca biryarê piştgiriya berhemên xwemalî û cotkaran e.
Berdevkê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Hîwa Elî jî îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew bi germî pêşwaziyê li vê biryarê dikin.
Hîwa Elî diyar kir ku hevahengiyeke wan a temam bi Wezareta Çandiniyê ya Îraqê re heye û ev biryar ji bo piştgiriya berhemên navxwe hatiye dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse