Hevjîna xwe kuşt û çû gilî: ‘Hevjîna min winda ye’

30-11-2025
RÛDAW
Nîşan Îraq Jin Kuştin Dîwaniye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê parêzgeha Dîwaniyeyê ya Îraqê ragihand, wan kesekî ku hevjîna xwe kuştiye û paşê serlêdana windabûnê kiriye desteser kir.

Hat zanîn ku wî kesî xwestiye rastiyê veşêre.

Birêvebirê Polîsê Dîwaniyeyê Necah Mehmûd Sultan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Piştî ku kesekî ji bo hevjîna xwe serlêdana windabûnê kir, me tîmeke lêpirsînê ava kir.

Piştî 13 rojên şopandin û komkirina agahiyan me guman ji hevjînê wê bir.”

Necah Mehmûd Sultan diyar kir ku piştî lêpirsîn û lêkolîna li ser belgeyan, tometbar li xwe mikur hat ku wî ji ber pirsgirêkên malbatî hevjîna xwe kuştiye.

Li gorî gotina Birêvebirê Polîsê Diwaniyeyê, tometbar bi hinceta çareserkirina pirsgirêkan hevjîna xwe biriye cihekî dûr û li wir ew bi demançeyê kuştiye.

Hat zanîn ku jina kuştî 40 salî û dayîka 6 zarokan bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst