Hewlêr (Rûdaw) - Fehd Cibûriyê ku serkirdeyekî Tevgera Hîkmeta Niştimanî ye gotegotên derbarê destwerdana Amerîkayê ya di diyarkirina serokwezîrê nû de red kirin.
Fehd Cibûrî her wiha ragihand ku Çarçoveya Hevahengiyê dê ji bo destnîşankirina namzedê serokwezîran komîteyekê ava bike.
Serkirdeyê Tevgera Hîkmeta Niştimanî Fehd Cibûrî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Çarçoveya Hevahengiyê dê vê hefteyê bicive û yek ji mijarên sereke yên civînê jî dê diyarkirina namzedê nû yê serokwezîriyê be."
Serokê Amerîkayê Donald Trump, 19ê Çiriya Pêşîn Mark Savaya wekî nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê erkdar kiribû.
Fehd Cibûrî gotegotên derbarê destwerdana (midaxele) Mark Savaya ya di hilbijartina serokwezîr û wezîran de wekî "dûrî rastiyê" bi nav kir û got, "Heta niha behsa ti mijara wisa nehatiye kirin."
Peyama Amerîkayê ji bo komên çekdar
Serkirdeyê Tevgera Hîkmeta Niştimanî got, "Peyameke Amerîkayê gihîştiye Îraqê ku ew dê bi hikûmetek ku ji aliyê komên çekdar ve hatiye avakirin re kar neke.
Em naxwazin ber bi aliyekî ve biçin ku zererê bide berjewendiyên Îraqê, ji ber ku em dizanin dê bersiva Amerîkayê çawa be."
Fehd Cibûrî amaje pê kir ku gelek agahiyên ku derbarê navxweya Îraqê de digihîjin birêvebiriya Amerîkayê ne rast in.
Encamên hilbijartinan
Hilbijartinên taybet 9ê mehê û hilbijartinên giştî jî 11ê mehê hatibûn kirin. Komîsyonê 12ê mehê encamên destpêkê yên hilbijartinan ragihandibûn.
Hevpeymaniya "Avakirin û Bipêşketinê" ya ku Mihemed Şiya Sûdanî serokatiya wê dike bi 46 kursiyan bûbû hêza yekem a Parlamentoya Îraqê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse