Zelenskyy: Divê Rûsya neyê xelatkirin

18-08-2025
RÛDAW
Nîşan Volodymyr Zelenskyy Ukrayna Rûsya Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy, êrişên Rûsyayê yên li welatê xwe wekî “pozbilindane” û “tinazpêker” bi nav kir û got ku divê Moskow ji ber rola xwe ya di şer de neyê xelatkirin.

Serokê Ukraynayê Zelenskyy, li ser hesabê xwe yê Xê derbarê êrişa hêzên Rûsyayê ya li bajarê Xarkivê de daxuyaniyek da.

Zelenskyy êrişên Rûsyayê yên li Ukraynayê wekî “pozbilindane” û “tinazpêker” bi nav kir û got:

“Divê Rûsya ji ber beşdarbûna xwe ya di vî şerî de neyê xelatkirin.

Pêwîst e şer bi dawî bibe û ya ku divê gotina 'raweste' bibihîze Moskow e.”

Zelenskyy amaje pê kir ku îro li Washingtona paytexta Amerîkayê dê civînek ji bo gotûbêjkirina bidawîanîna şer were lidarxistin û di parvekirina xwe de wiha got:

“Niha Rûs êrişî Xarkiv, Zaporîjya, herêma Sumî û Odesayê dikin, avahiyên niştecihbûnê û binesaziya me ya sivîl wêran dikin.”

Zelenskyy diyar kir ku ligel Ukraynayê, dê serokên Brîtanyayê, Fransa, Almanya, Îtalya, Fînland, Yekîtiya Ewropayê (YE) û NATOyê jî beşdarî hevdîtinê bibin û tekezî li ser wê yekê kir ku her kes “aşitiyeke birûmet” û “ewlehiyê” dixwaze.

Zelenskyy da zanîn ku Rûsya “bi zanebûn” sivîlan dike hedef û sersaxî ji malbat û kesûkarên kesên ku canê xwe ji dest dane re xwest.

Zelenskyy her wiha ragihand ku li Odesayê tesîseke enerjiyê ya kompanyayeke Azerbeycanî hatiye armanckirin û tekez kir ku ev êriş ne tenê li dijî Ukraynayê ye, di heman demê de li dijî pêwendiyên Ukraynayê bi xwe ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst