Bi roketan êrişî binkeya leşkeriya Beled kirin

18-04-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Binkeya leşkerî ya Beled li parêzgeha Selahedîn a Iraqê ku navenda serekî ya lixwegirtina firokeyên F-16 ên wî welatî ye, îşev rastî êrişeke roketî hat û li gor zanyariyên destpêkê, du roket li nav binkeyê ketine û di encamê de du serbazên Iraqê birîndar bûne.

Berpirsê Ragihandina Parêzgeha Selahedînê, Cemal Egab têkildarî êrişa îşev a bo ser binkeya leşkerî ya Beled ji Rûdawê re ragihand, “êvara îro binkeya asmanî ya Beled li parêzgeha Selahedînê bi şeş roketan rastî êrişekê hat, ku du ji wan roketan li nav binkeyê ketine xwarê.”

Cemal Egab diyar kir, di êrişa îşev de “du serbaz li binkeya asmanî ya Beled birîndar bûne û zirar gihîştiye çend avahiyên nav binkeyê jî. Çar roketên din jî li derveyî binkeyê ketine.”

Her têkildarî êrişê, Lîwa Ruknê Pîlot, Ziya Muhsin Amirî Fermandarê Binkeya Asmaniya Beled ji ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê re ragihandiye, “du roket li nav binkeya Beled ketine û bûyer jî bûye sedema birîndarbûna du karmendên hêzên ewlehiyê û birîna yek ji wan birîndaran dijwar e.”

Binkeya asmanî ya Beled dikeve başûrê parêzgeha Selahedînê, ku rûberê wê zêdetir ji 7 km çargoşe ye û 64 kîlometran ji bakurê Bexdayê ve dûr e. Ew binkeya leşkerî, binkeya serekî ya firokeyên cengî yên F-16 ên Iraqê ne.

Pêştir çendîn karmend û belênderên kompanyaya Sali Port a Amerîkî têde bûn, ku xizmetguzariyên çakkirina firokeyên F-16 pêşkêşî Iraqê dikirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst