Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî zanyariyên bernameya "Roja Hîwa Cemal" a Tora Medyayî ya Rûdawê, pêşhatên siyasî yên Bexdayê hatine guhertin.
Nûrî Malikî û Mihemed Şiya Sûdanî ji pêşbirka posta Serokwezîriyê hatine dûrxistin.
Li hemberî vê yekê kesayetekî akademîk û hizbî wekî namzedê herî bihêz derketiye pêş ku ew jî Dr. Basim Hazim Hemîd Bedrî ye.
Zanyariyên Rûdawê yên ku ji çend çavkaniyên cuda bi dest xistine, hinek hûrgiliyan eşkere dikin.
Piştî pesendkirina encamên hilbijartinan ji aliyê Dadgeha Bilind ve, partî û hevpeyman bi awayekî cidîtir li ser pêkanîna hikûmetê dixebitin û di nava vê hefteyê de lîstik hatiye guhertin.
Niha hemû çav li ser Dr. Basim Hazim Hemîd Bedrî ne, wekî namzedê posta Serokwezîrê paşerojê yê Îraqê.
Basim Bedrî kî ye û kî piştgiriya wî dike?
Li gorî zanyariyan, Dr. Basim Bedrî ku serkirdeyekî Partiya Deqweyê ye, piştgiriya Îranê bi dest xistiye.
Serokê Encumena Dadweriyê jî bi awayekî çalak kar ji bo serxistina wî dike.
Bedrî niha Serokê Desteya Bilind a Lêpirsîn û Dadweriyê ya Îraqê ye.
Basim Bedrî di warê aboriya çandiniyê de xwediyê bawernameya doktorayê ye.
Wî sala 1999an li Bexdayê bawernameya masterê bi dest xistiye.
Pileya wî ya zanistî profesor e û zêdetirî 25 lêkolînên wî yên zanistî di warên ewlehiya xwirekê û birêvebirina çavkaniyên avê de hene.
Nakokiya Suniyan û şansê Mihemed Temîm
Derbarê posta Serokê Parlamentoyê de, zanyarî amaje bi wê yekê dikin ku Sunî hîn jî ji ber nakokiyên kûr dinalin.
Her çi qas navên Mihemed Helbûsî û Musena Samerayî tên bilêvkirin jî lê şansê Wezîrê Plandanînê yê Îraqê Mihemed Temîm zêde ye.
Li gorî çavkaniyan, yekane astengiya li pêşiya Mihemed Temîm ew e ku heta niha ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve nayê xwestin.
YNK, PDK û Serokkomarî
Derbarê posta Serokkomariyê de, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) heta niha bi fermî namzedê xwe diyar nekiriye.
Her çi qas qala Bafil Talebanî, Xalid Şiwanî û Nîzar Amêdî tê kirin jî eger heye ku yek ji wan jî nebin û kesayetekî hevbeş ê di navbera YNK û PDKyê de were diyarkirin.
Pêr Berpirsê Ofîsa Siyasî ya YNKyê Nîzar Amêdî li Pîrmamê bi şandeya dan û standinkar a PDKyê re civiya.
Li gorî zanyariyan, di wê civînê de tenê behsa "Pakêta Bexdayê" hatiye kirin û pirsa namzedê Serokkomariyê nehatiye gotûbêjkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse