MÛSIL - Bijîşkekî agir berda hevjîna xwe

Duh li 10:06
RÛDAW
Nîşan Mûsil Bijîşk Şewitandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bijîşkekî li bajarê Mûsilê hevjîna xwe şewitand, hat diyarkirin ku sedem pirsgirêkên malbatî ne.

Serokê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Encumena Parêzgeha Nînowayê Mihemed Casim Kakeyî bûyera şewitandinê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Mihemed Casim Kakeyî ragihand ku bûyer doh li taxa Nergalê ya li aliyê çepê yê bajarê Mûsilê rû daye.

Bijîşk di nav otomobîlê de benzîn rijandiye ser hevjîna xwe û agir berdayêye.

Mihemed Casim Kakeyî her wiha anî ziman:

"Ew jin li nexweşxaneyeke Mûsilê tê tedawîkirin û hevjînê wê jî hatiye desteserkirin."

Li gorî daxuyaniya Birêvebiriya Polîsên Nînowayê, hêzên wan bi rêya kamerayên çavdêriyê tohmetbar li herêma Sercexaneyê ya Mûsilê desteser kiriye.

Polîsên Nînowayê di daxuyaniya xwe de amaje bi hûrgiliyan kir û got:

"Bûyer ji ber pirsgirêkên malbatî bûye û tohmetbar dema ku hevjîna wî di nav otomobîlê de bûye êrişî wê kiriye.

Destpêkê cama otomobîlê şikandiye û pişt re benzîn rijandiye ser û agir berdayê.

Ji ber vê yekê rû û destên wê şewitîne û ji bo wergirtina çareseriyê veguhastine nexweşxaneyê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst