Bazirganê Kildanî bû Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê

20-10-2025
RÛDAW
Nîşan Mark Savaya Donald Trump Amerîka Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump, posteke din a hikûmetê da bazirganekî esil-Îraqî û yek ji alîgirên xwe yên mezin.

Donald Trump, Mark Savayayê Kildanî ku bazirganekî navdar ê 'marîwana'yê ye û jê dermanên bijîşkî hildiberîne kir Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê.

Trump doh êvarî li ser hesabê xwe yê Truth Socialê tayînkirina Mark Savaya ragihand.

Savaya bazirganekî naskirî yê bajarê Detroitê yê ku girêdayî eyaleta Michiganê ye.

Ew di heman demê de çalakvanekî Instagramê ye û gelek caran li gel Trump hatiye dîtin û bi hev re wêne girtine.

Trump derbarê Mark Savaya de got, "Ez kêfxweş im ku radigihînim Mark Savaya wekî Nûnerê Taybet ê Kar û Barên Îraqê hatiye tayînkirin.

Têgihiştina kûr a Mark a ji bo Îraq û Amerîkayê têkilî û pêwendiyên wî yên li herêmê dê ji bo bipêşxistina berjewendiyên gelê Amerîkayê alîkar bin."

Trump her wiha got, "Mark di kampanyaya min a hilbijartinê ya li Michiganê de aktorekî serekî bû, li wir wî û kesên din ji bo bidestxistina dengekî rekor di nav Misilmanên Amerîkayê de alîkarî kir. Pîroz be, Mark!"

Bajarê Detroit û eyaleta Michiganê hejmareke mezin a Misilman, Ereb û bi taybetî Îraqiyan dihewîne û dengê wan bandorê li encamên hilbijartinên serokatiyê dike.

Li gorî encamên hilbijartinên serokatiyê yên sala borî Donald Trump li Michiganê ji sedî 49ê dengan bi dest xistibû û Kamala Harrisê jî ji sedî 48,3ê dengan bi dest xistibû.

Nêzîkî ji sedî 5ê şêniyên eyaleta Michiganê Misilman in.

Li gorî profîla wî ya li ser LinkedInê, ti ezmûna Savaya di kar û barên hikûmî de nîne û ew di kar û barên hikûmetên xwecihî ango di eyelatan jî de nexebitiye.

Ew karsazekî bi eslê xwe Îraqî yê Kildanî ye ku li Detroitê dijî û kar dike.

Bazirganê Kildanî li wir bi navê "Leaf and Bud" zincîreyeke dermanxaneyên taybet damezrandiye ku madeya marîwanayê ji bo armancên bijîşkî bi kar tîne.

Savayayê piştî nîvroya yekşemê li ser hesabê xwe yê Instagramê nivîsî, "Ez gelekî serbilind û spasdar im ji bo Serok Donald Trump ku ez wekî Nûnerê Taybet ê xwe yê ji bo Kar û Barên Îraqê tayîn kirime.

Ez pêbend im ku di bin serokatî û rêbertiya Serok Trump de hevbeşiya Îraq û Amerîkayê xurt bikim. Spas, cenabê Serok."

Mark Savaya sala 1985an li Îraqê ji dayîk bûye û di salên 1990î de li gel malbata xwe ji Îraqê derketiye û çûye Amerîkayê.

"Ev ji bo Îranê nûçeyeke nebaş e"

Piştî destnîşankirina Mark Savaya, yek ji wan kesên ku zû pîrozbahî lê kir lêkolînera Îsraîlî-Rûsî Elizabeth Tsurkov bû.

Tsurkov bi salan ji aliyê komên çekdar ên Îraqê ve wekî dîl hatibû girtin û meha borî hatibû azadkirin.

Mark Savaya yek ji wan kesan bû ku roleke bibandor di azadkirina Tsurkovê de lîstibû.

Tsurkovê li ser tora civakî ya Xê derbarê Savaya û tayînkirina wî de wiha nivîsî:

"Ez ji ber vê posta girîng pîrozbahiyê li Mark Savaya dikim.

Piştî 903 rojên destgîrkirinê ji aliyê Ketaîba Hîzbulahê ya Îraqê ve ku komeke milîsên alîgirê Îranê ye, Mark di azadkirina min de roleke girîng lîst û ev yek bêyî dayîna ti tawîzê pêk hat.

Ev nûçeyeke nebaş e ji bo her kesê ku xizmeta berjewendiyên Îranê yên li Îraqê dike û dixwaze serweriya Îraqê lawaz bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst