Îraq: Êrişên Amerîkayê metirsiyê li ser ewlehiya herêmê durist dikin

22-06-2025
RÛDAW
Nîşan Şerê Îran û Îsraîlê Amerîka Îsraîl Îran Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îraqê derbarê êrişa Amerîkayê ya li ser tesîsên atomî yên Îranê daxuyanî da û eşkere kir ku Amerîka metirsiyê li ser ewlehiya herêmê durist dike.

Îraqê di daxuyaniyekê de dilgeraniya xwe ya kûr anî zimên û êrişa li ser dezgehên atomî yên li nav axa Komara Îslamî ya Îranê şermezar kir.

Hikûmeta Îraqê got, “Pêşhata leşkerî wekî gefeleke metirsîdar e li ser asayîş û aştiyê li Rojhilata Navîn."

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî got, "Îraq bi temamî bikaranîna hêzê di têkiliyên navneteweyî de red dike û daxwaza rêzgirtina li serweriya welatan û êrişnekirina ser dezgehên girîng dike, bi taybetî ewên ku di bin çavdêriya Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê de ne û ji bo armancên aştiyane tên bikaranîn."

Hikûmeta Îraqê tekezî li ser wê yekê kiriye ku çareseriya leşkerî nikare bibe cîgirê diyalog û dîplomasiyê û her wiha di wê baweriyê de ye ku berdewamiya van êrişan dibe sedema pêşhateke metirsîdar ku encamên wê sînorên hemû welatan derbas dikin û bandorê li ser aramî îstîqrara herêmê û cîhanê dike.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê got, "Şer ji bilî wêrankariyê tiştekî din li pey xwe nahêlin û divê berpirsiyariya hêzên mezin û rêxistinên navneteweyî ew be ku cîhanê ji qeyranên zêdetir dûr bixin, ne ku wan gur bikin."

Çi bûbû?

Îsraîlê destê sibehê nêzîkî saet 03:01ê bi mûşekan tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin.

Heman rojê Îranê bi mûşekên balîstîk û dronan dest bi êrişên bersivdanê kir û şerê her du welatan ev 10 roj in bi dijwarî berdewam dike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump berbanga îro ragihand ku wan êrişî tesîsên nukleerî yên Fordo, Netenz û Îsfehanê yên li Îranê kiriye.

Trump da zanîn ku balafirên wan asmanê Îranê li dû xwe hiştiye û êrişên wan bi awayekî serkeftî hatine pêkanîn.

Serokê Amerîkayê Donald Trump êrişên xwe yê li bingehên atomî yên Îranê wekî “pir serkeftî” bi nav kir û anî ziman:

“Bombebaraneke giran li tesîsa serekî Fordoyê hat kirin. Hemû balafir bi selametî di rêya vegera malê de ne.

Ti leşkerên din li cîhanê nînin ku karibin vê bikin. Niha dema aştiyê ye!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst