Mihemed Şiya Sûdanî û Tom Barrack li Bexdayê civiyan

1 demjimêr berê
Nîşan Mihemed Şiya Sûdanî Tom Barrack Civîn Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, li Bexdayê bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack re civiya.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Îraqê, di civînê de pêwendiyên dualî yên di navbera Îraq û Amerîkayê de hatine gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de her wiha rewşa giştî ya herêmê hatiye nirxandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Hewlên Îraqê yên ji bo piştgiriya aramiya herêmê û bi taybetî jî aramiya Sûriyeyê mijareke din a civînê bû.”

"Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin"

Di civînê de ji bo rêlibergirtina zêdebûna aloziyên herêmî bîr û ra bi hev hatin guhertin.

Her du aliyan destnîşan kir ku ji bo çareserkirina nakokiyan divê diyalog û rêyên dîplomatîk werin bikaranîn.

Sûdanî diyar kir ku divê rê li ber êriş û binpêkirinên li dijî serweriya welat û gelên herêmê bê girtin.

Serokwezîrê Îraqê bal kişand ser wê yekê ku ji bo sedemên kûr ên pirsgirêkan divê çareseriyên radîkal û bingehîn bên dîtin.

Ji aliyê din ve Tom Barrack jî girîngiya rola Îraqê anî zimên.

Barrack ragihand ku “rola Îraqê di çareserkirina pirsgirêkên herêmê, kêmkirina aloziyan, piştgiriya diyalogê û têkoşîna li dijî terorê de” gelekî girîng e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst