Amerîka û Îraqê peyman îmze kir: Şîrketa Rûsyayî vedikişe, ya Amerîkayî tê

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îraq Amerîka Peyman Petrol Chevron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi şirketa enerjiyê ya Amerîkayê Chevronê re du peymanên stratejîk îmze kirin.

Ev peyman li sê parêzgehên cuda bipêşxistina qadên petrolê li xwe digirin.

Di çarçoveya peymanê de şirketa Rûsî Lukoil ji qadê vedikişe û cihê xwe dide Chevronê.

Hikûmeta Îraqê, ji bo bihêzkirina hevkariya xwe ya bi şirketên rojavayî re di sektora enerjiyê de gaveke mezin avêt.

Îro li Bexdayê bi çavdêriya Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî merasîmek hat lidarxistin.

Di merasîmê de bi şirketa Amerîkayî Chevronê re peymanên berfireh ên pêşxistina petrolê hatin îmzekirin.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barack û Berpirsê Kar û Barên Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê Joshua Harris jî di nav de gelek dîplomatên payebilind beşdarî merasîmê bûn.

Beşdariya wan, girîngiya siyasî û stratejîk a peymanê nîşan da.

Rûsya diçe, Amerîka tê

Peymana ewil a ku hat îmzekirin, qada mezin a petrolê ya Qurneya Rojava-2 (West Qurna 2) ya li Besrayê li xwe digire.

Li gorî peymanê, şirketa Rûsî Lukoil a ku niha qadê bi rê ve dibe, dê mafên xwe bi awayekî demkî dewrî Şirketa Petrolê ya Besrayê bike.

Piştî pêvajoya dan û standinan a salekê, dê birêvebiriya qadê bi temamî teslîmî Chevrona Amerîkayî were kirin.

Ev gav, di sektora enerjiya Îraqê de wekî guhestina hevsengiyan a ji Rûsyayê ber bi Amerîkayê ve hat nirxandin.

Li Zîqar û Selahedînê veberhênanên nû

Armanca peymana duyem jî zêdekirina hilberîna li parêzgehên Zîqar û Selahedînê ye:

Li Zîqarê: Kêlgeha Petrolê ya Nasriyeyê û çar blokên lêgerînê yên bi ser wê ve dê ji aliyê Chevronê ve werin bipêşxistin.

Li Selahedînê: Kapasîteya Kêlgeha Petrolê ya Beledê ya li herêmê dê were zêdekirin.

"Hilberîn û derfetên kar dê zêde bibin"

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî, piştî îmzekirina peymanan daxuyaniyek da.

Ebdulxenî bal kişand ser rola van veberhênanan a li ser aboriya navxweyî.

Ebdulxenî got, "Ev deriyên rîzqê, dê ne tenê hilberînê zêde bikin.

Di heman demê de dê ji bo xelkê me yê li parêzgehên Zîqar û Selahedînê bi hezaran derfetên kar ên nû biafirînin û asta refahê bilind bikin."

Pêvajoya taybet a dan û standinan a salekê

Di çarçoveya peymanê de, Chevron dê saleke pêşiya me li ser van kêlgehan bibe xwediya "mafê taybet ê dan û standinan".

Tê payîn ku di vê demê de, piştî zelalkirina pîvanên teknîkî û darayî, peymanên dawî yên veberhênanê werin îmzekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst