Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdeyê olî yê Şîeyan li Iraqê, Ayetullah Elî Sîstanî di fetwayekê de daxwazê ji hilgirên vîrusa Koronayê kir, ku tevlî xelkê nebin.
Sîstanî di fetwaya xwe de ku duh hatiye belavkirin, dibêje, eger kesek ku hilgirê vîrusa Koronayê be û bibe sedem ku kesek tendirust tûşî vê vîrusê bibe û jiyana xwe ji dest bide, malbata qurbanî dikare daxwaze qerebûyê bike.
Bi gotina Sîstanî, malbata kesê qurbanî dikare bêyî berçavgirtina ol û mezheb daxwaza qerebûyê bike.
Ayetulah Sîstanî daxwaz ji wan kesan jî dike ku ji welatên din hatine Iraqê, ku pabendî rênimayiyên tendirustiyê û kerentîneya malê bin û tekez dike, ti rêgiriyek nîne ku welatî zekata xwe ji bo kirîna kelûpelên xweparastinê weke mask û lepikan terxan bikin.
Serkirdeyê olî yê Şîeyan li Iraqê, di fetwaya xwe de herwiha daxwaz kiriye ku giringî bi rewşa kesên tûşbûyê Koronayê bihê dan, bêyî berçavgirtina nerîna wan ya olî û mezhebî.
Berî niha Ayetulla Sîstanî nimêja cemaetê li mizgevtan ragirtibû û gotibû, ku rûbirûbûna Koronayê erkekî kîfayî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse