ÎRAQ - Di şeva Christsmasê de krîza 'asayîbûna bi Îsraîlê re': Sûdanî bersiv da

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Louis Sako Îraq Mihemed Şiya Sûdanî Asayîbûn Muqteda Sedr Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser peyva "asayîbûnê" Sûdanî bersiva Louis Sako da

Patrîkê Dêra Keldanî ya li Îraq û Cîhanê Kardînal Louis Sako daxwaza "asayîbûnê" li Îraqê kir.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bersiva wî da û got ew peyv di ferhenga Îraqê de nîne û taybet e bi siyonîzmê.

Şeva çarşemê 24ê Kanûna Pêşîn a 2025an, di ahenga jidayîkbûna Mesîh de li Dêra Mar Yûsiv a li Bexdayê, Kardînal Louis Sako berê xwe da Mihemed Şiya Sûdanî û got:

"Birêz Serokwezîr behsa asayîbûnê tê kirin, hêviya min ew e ku hikûmeta nû giringiyê bide wê yekê ku asayîbûn li Îraqê çêbibe, ji ber ku Îraq welatê Îbrahîm û pêxemberan e."

Bikaranîna peyva asayîbûnê ku bêhtir ji bo asayîkirina pêwendiyên bi Îsraîlê re tê bikaranîn, bû sedema Sûdanî.

"Peyva asayîbûnê di ferhenga Îraqê de nîne"

Mihemed Şiya Sûdanî di gotara xwe ya li heman dêrê de got:

"Pêdiviya me li Îraqê bi asayîbûnê nîne, belkî pêdiviya me bi biratî, hezkirin û pêkvejiyanê heye.

Ev jî pabendbûneke exlaqî, şerî, destûrî û yasayî ye ku wan pêwendiyan li ser me ferz dike.

Peyva asayîbûnê di ferhenga Îraqê de nîne, ji ber ku ew peyv girêdayî qewareyeke dagirker e ku li dijî erd û mirovahiyê ye û hemû dînên asmanî wê red dikin."

Di karvedana wê guftûgoya navbera Sûdanî û Louis Sako de, Serokê Tevgera Niştimanî ya Şîe Muqteda Sedr nivîsek li ser hesabê xwe yê Xê belav kir.

Muqteda Sedr got, "Asayîbûn tawan e û yasaya Îraqî ceza dide ser, her kesê ku han bide yan daxwaz bike, kî dibe bila bibe, ji cezayê dûr nakeve."

Serokê Tevgera Niştimanî ya Şîe her wiha got, "Pêwîst e aliyên fermî yên pispor zû erka xwe bi cih bînin; li Îraqê cihê asayîbûn û rewayîdana bi wê nabê."

26ê Gulana 2022yan, Parlamentoya Îraqê bi piraniya dengên 276 parlamenteran, pêşniyaryasaya taybet bi qedexekirina avakirina pêwendiyan a bi Îsraîlê re pesend kiribû.

Yasa rê li ber hemû cure pêwendiyên bi Îsraîlê re digire bi her şêweyî be; çi avakirina wê pêwendiyê ji aliyê welatiyên Îraqî yên li navxwe yan derveyî Îraqê be, yan berpirsên sivîl û leşkerî bin, yan ew biyanî bin ku li Îraqê dijîn.

Cezayên wê yasayê di navbera girtina hetahetayî yan demkî heta bi darvekirinê ne ji bo wan kesên ku li gorî yasayê tên tohmetbarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst