Sûdanî: Îsraîl dixwaze nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bike

16-06-2025
RÛDAW
Nîşan Mihemed Şiya Sûdanî Îraq Îran Îsraîl Rojhilata Navîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî hevxemiya welatê xwe ya ji bo Îranê dubare nîşan da û got, “Îsraîl dixwaze nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bike.”

Ofîsa Serokwezîriya Îraqê ragihand ku Mihemed Şiya Sûdanî îro balyozên çend welatên Asyayê û Amerîkaya Latînê, Awistralya û Tirkiyeyê pêşwazî kirin.

“Civaka navneteweyî di parastina ewlehiyê de têk çûye”

Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku hikûmeta Îsraîlê yasayên navneteweyî nas nake û ji Çiriya Pêşîn a 2024an ve "tawan û komkujiyê" encam dide û got:

“Civaka navneteweyî di parastina aştî û ewlehiyê de têk çûye.”

Sûdanî tekez kir ku ew civaka navneteweyî û Amerîkayê han didin ku roleke aktîv di rawestandina şerê di navbera Îsraîl û Îranê de bilîze.

Sûdanî hevxemiya Îraqê ya ji bo Îranê nîşan da û Îran wekî welatekî girîng ê herêmî bi nav kir.

“Îsraîl li herêmê gef e”

Serokwezîrê Îraqê her wiha êrişên Îsraîlê yên li Îranê şermezar kirin û ew wekî gefek li ser ewlehî û aramiya Îraq û herêmê bi nav kirin.

Bi gotina Sûdanî wan her cure binpêkirinên li ser serweriya welat red kirine û wan li Neteweyên Yekbûyî gilî tomar kiriye.

“Îsraîl dixwaze nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bike”

Serokwezîrê Îraqê amaje bi wê yekê kir ku Îsraîl hewl dide şer berfireh bike da ku da ku nexşeya nû ya Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bike û got:

“Mafê Îranê heye ku li gorî yasayên Neteweyên Yekbûyî parastinê li xwe bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst