Sedir li ser civîna parlamentoyê peyamek da

26-03-2022
RÛDAW
Nîşan Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir Parlamentoya Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir peyamek derbarê civîna îro ya parlamentoya Iraqê de belav kir û spasiya wan aliyan kir ku beşdarî civînê bûne û ji “gefan” netirsiyane.

Civîna îro ya parlamentoya Iraqê ku taybet bû bi hilbijartina serokomar ji ber temamnebûna rêjeya yasayî bo roja Çarşema bê hat paşxistin.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir jî li hejmara xwe ya Twitterê li ser civîna parlamentoyê peyamek belav kir.

Muqteda Sedir di peyama xwe de spasiya wan aliyan kir ku beşdarî civîna taybet bi hilbijartina serokomar bûne û “gefan” ew netirsandine.

Sedir ji bo civîna roja Çarşemê jî banga beşdariyê kir û herwiha tekezî li ser avakirina hikûmeteke piraniya niştimanî kir.

 

 

Bi mebesta hilbijartina Serokomar, parlamentoya Iraqê îro civiya û di rûniştina îro ya parlamentoyê de 202 parlementer beşdar bûn, lê 126 parlementerên Çarçoveya Hevahengiya Şîe û pêkhateyên din ên Sunne û Kurdistanî boykot kirin.

Ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê, ji 329 parlementeran pêwîst e du li ser sê ango 220 parlementer di rûniştinê de amade bibin.

Hevpeymaniya Rizgariya Niştimanî ku ji Tevgera Sedir, Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) û Serweriya Sunneyan pêk tê û hin kesên serbixwe û baskên din di rûniştinê de amade bûn.

Ji bo posta Serokomarê Iraqê, 40 berbijêr hene, lê yên herî diyar, berbijêrên PDK û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ne. Her du partiyên Kurdistanê, bi berbijêrên cuda çûne Bexdayê.

Rêber Ehmed berbijêrê PDKê ye, ku di dema pêkanîna Hevpeymaniya Rizgarkirina Nîştimanî de weke berbijêrê wê hevpeymaniyê hate ragihandin.

Serokomarê niha yê Iraqê Berhem Salih jî, berbijêrê YNKê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst