Tirkiyeyê balyozê xwe yê nû yê Îraqê diyar kir

27-04-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Îraq Balyoz Anil Bora Înan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryara Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, Anil Bora Înan bû Balyozê nû yê Îraqê yê Tirkiyeyê.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan şeva borî navê beşek ji balyozên ku dê li nûnertiyên derve yên Tirkiyeyê bixebitin eşkere kir.

Li gorê biyara Fîdan, Alîkarê Rêveberê Giştî yê Pêwendiyên Îraqê yê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê  Anil Bora Înan bû balyozê nû yê Îraqê yê Tirkiyeyê.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Burak Akçapinar jî di Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî de wekî Nûnerê Daîmî hat erkdarkirin.

Rêveberê Giştî yê Efrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn Can Dîzdar jî bû Balyozê Ottavayê.

Guven Begeç ku Nûnerê Daîmî yê Tirkiyeyê yê Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî  bû, bû balyozê Trablûsê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst