Çîroka 226 nexweşên AIDSê: 'Em miriyên zindî ne'

27-05-2025
RÛDAW
Heyder Sahib\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Heyder Sahib\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Nexweşiya AIDSê Îraq Wezareta Tenduristiya Îraqê Dewleta Hevbeş
A+ A-

Bexda (Rûdaw) -  Sala 1987an li Îraqê ji ber xeletiyeke Wezareta Tenduristiyê 226 kes bi nexweşiya AIDSê ketine û ev bûyer bi salan hatiye veşartin.

Nexweş û malbatên wan bi salan hatine karantînakirin û ji bo ku ev bûyer veşartî bimîne belge bi malbatên wan hatine îmzekirin.

Nûçegihanê Rûdawê Ziyad Îsmaîl daye dû şopa vê dosyayê û hurgiliyên wê dosyayê eşkere dike.

Xwediyên qurbaniyan ên ku ji ber xeletiya bijîşkî mirine ji Rûdawê re axivîn.

Her wiha yek ji wan qurbaniyan hîn sax e û wî got, "Ez miriyekî zindî me."

Yek ji qurbaniyan hemû belgeyêm xwe nîşanî Rûdawê dide da ku biselimîne bavê wî beriya 38 salan ji ber xeletiya bijîşkî miriye.

Li şûna ku derziyeke ji bo nexweşiya hîmofîliyê lê bixin, bi xeletî dermanekî derziyekê didin lê dixin û bi nexweşiya AIDSê ketiye û paşê miriye.

Kompanyaya dermanan lêborîn xwestiye lê ti kes qerebû nekiriye

Elî Husên jî her wiha yek ji xwediyên qurbaniyan e û wî jî ji Rûdawê re got:

"Wan ji me re got, ‘Me bi xeletî derzî aniye. Bavê te û 226 kes bûne qurbanî, ew derziya ku me aniye ji kompanyaya Sanov û Bastur e ku ser bi kompanyaya Mario ya Fransayê ye."

Kompanyayê lêborîn xwestiye û diyar kiriye ku xeletiyeke bijîşkî çêbûye û bikarhênerên wê bi AIDSê ketine.

Piştî ku hikûmeta wê demê piştrast dibe ku ew derzî bi xeletî li nexweşan hatine dayîn, hemû bikarhênerên wê ji bo pênc salan hatine karantînakirin.

Rojnameya Elsaeyê di hejmara 23yan a sala 2003yan de behsa wê bûyerê dike ku Wezareta Tenduristiyê li ser vê mijarê axiviye û gotiye:

"Ji bo her Îraqiyekî ku ji ber vî dermanê ku bi xeletî pê hatiye dayîn û bi nexweşiya AIDSê ketiye, wekî qerebukirinê dê 3 milyon dolar were dayîn."

Di rastiyê de, xwediyên qurbaniyan dibêjin wan ti qerebû ji wan kompanyayan wernegirtiye.

Dîmenên civîna xwediyên qurbaniyan ên sala 1987an ku 226 kes ji ber dermanê xelet bi AIDSê ketine jî belav bûbûn. 

“Bi zorê belge bi bavê min dan îmzekirin”

Heyder Sahib jî yek ji wan 7 kesan e ku hilgirê vîrûsê ye û di jiyanê de maye û wî li ser çîroka xwe ji Rûdawê re got: "Em sala 1991ê ji karantînê derxistin û bavê min neçar kirin ku eger li ser vê mijarê biaxive yan jî tiştekî belav bike ew dê were darvekirin û belge pê dan îmzekirin.”

Her wiha sertiraşîna li derve û zewac û xwendin li min qedexe kirin. Yanî ez miriyekî zindî me.

Wê demê heke ew 230 kes bi zindî bixistina gorê dê ji vê zordariya ku li me hatiye kirin baştir bûya."

Li gorî yasayên Îraqê, heta ku ji fîltera kalîteya kontrolê derbas nebe ti derman nayê bikaranîn.

Sendîkaya Dermanfiroşên Îraqê guman dike ku ev dosyeyê di dema xwe de hatiye veşartin.

“Çima niha behsa vê dosyeyê tê kirin?”

Bijîşkê dermansaziyê û Berdevkê Sendîkaya Dermanfiroşên Îraqê Usama Hadî li ser vê dosyayê ji Rûdawê re got:

"Ev bûyera kevn a salên 1980yî ye, dibe ku ji bilî aliyê zanistî û pîşeyî aliyên din jî hebin.

Her wiha divê vekolîneke temam li ser vê dosyeyê were kirin. Çima berê li ser vê mijarê bê dengî hebû çima niha behsa vê dosyeyê tê kirin?"

Her çend îsal Wezareta Tenduristiyê ya Îraqê 100 milyon dînar wekî qerebû (tazmînat) daye qurbaniyekî jî qurbanî dixwazin kompanyaya Fransayê wan qerebû bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst